Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Holê pêngaveke paqijkirinê da destpêkirin.

Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
Ji ciwanên Holê pêngava paqijiyê
24 îlon, 2024   16:05
HESEKÊ

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya bajarê Holê yê kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê pêngaveke paqijkirina bajar ragihand.

Li gorî daxuyaniya ji hêla rêveberê komîteyê Ehmed El Xelef ve hate xwendin, pêngav bi dirûşma "Bajarê me paqij û bedew e" hatiye destpêkirin.

Ehmed bang li şêniyan kir ku di xebatên paqijkirinê de bi şaredariyê re bibin alîkar û anî ziman ku parastin û paqijkirina bajar û jîngehê erkê her kesî ye.

Piştî xwendina daxuyaniyê, ciwanan bi alîkariya endamên saziyên sivîl û karkerên şaredariyê dest bi paqijkirina kolanên bajar kir.

(bb)

ANHA