‘Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara xwe di ber çavan re derbas bike’

Pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li Reqa û Dêrazorê hat şermezarkirin. Bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê hat kirin ku nirxandinên xwe yên der bar pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Abdullah Ocalan de di ber çavan re derbas bike.

‘Divê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê biryara xwe di ber çavan re derbas bike’
24 îlon, 2024   16:02
REQA

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Reqayê û Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê bi daxuyaniyeke hevbeş pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinên kantonê, endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya, Yekitiya Parêzerên Reqayê û Meclisa Idlib El Xedra li parka Panorama ya başûrê rojavayê bajarê Reqayê hat xwendin.

Hevseroka Rêxistinên Civaka Demokratîk a Kantona Reqayê Neşwa El Hesen daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Em ji ber pergala îşkenceyê ya domdar a ku dewleta Tirk li ser Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, bi fikar in."

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku muameleya xirab a li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, her wiha qedexekirina hevdîtina parêzer û malbatan a li dijî rêgezên mafên mirovan in.

Di daxuyaniyê de wiha hat domandin: "Darizandina Rêber Abdullah Ocalan bi lez û bêyî garantiyên mafên mirovan çêbû. Lê wekî têkoşerekî siyasî ku dozeke mezin biparêze nehat darizandin. Darizandina Rêbertî ya bi vî rêbazî li dijî mîsaqa bingehîn a Meclisa Mafên Mirovan e.”

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin bila dawî li “pergala nayê qebûlkirin" bîne û mafên mirovî yên bingehîn ên Rêber Abdullah Ocalan mîsoger bike.

DÊRAZOR

Bi heman armancê endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêrazorê, tevî endamên Meclisa Edaleta Civakî û hiqûqnasan daxuyaniyek li ber avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya li bajarê Kisra yê kantona Dêrazorê da.

Hiqûqnas Cuma Mihemed ê daxuyanî da bal kişand ser daxuyaniya Meclisa Wezîran a Ewropayê.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê 17’ê Îlonê der barê pêkanînên li Îmraliyê de civînek li dar xistibû û di 20’ê heman mehê de daxuyaniyekê dabû, tê de piştrast kiribû ku li Îmraliyê binpêkirin hene, lê birydar da ku dê heya salekê binpêkirinan bişopîne.

Di daxuyaniyê de bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hat kirin ku ji bo bidawîkirina pergala îşkece û qirkirinê ya li ser Rêber Abdullah Ocalan tê meşandin çareseriyekî bibîne. Her wiha hate gotin ku ragihandina ku li Îmraliyê binpêkirin hene têrê nakê, lê divê ev pergal were teşhîrkirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku pergala li girîgeha Îmraliyê tê meşandin pergala îşekce û qirkirinê ya mutleq a sîstematîk e ku tevahî binpêkirin derbas kirine. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku "Çavê xwe li van rastiya girtiye" jî hat şermezarkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li komîteyê hat kirin ku biryara xwe ji nû ve binirxîne, pergala li Îmraliyê bi awayekî durust pênase bike û Rêber Abdullah Ocalan azad bike.

(bb)

ANHA

reqa