Ji The International Solidarity Network kampanyaya hashtagê

The International Solidarity Network (Tora Hevgirtina Navneteweyî) bi daxuxyaniyekê li dijî Komploya 9’ê Cotmehê kampanyayeke hashtagê ragihand. Di daxuyaniyê de hate gotin “Şertê aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn û damezirandina jiyaneke demokratîk li Tirkiyeyê, ji azadiya Birêz Ocalan dest pê dike."

Ji The International Solidarity Network kampanyaya hashtagê
24 îlon, 2024   16:28
NAVENDA NÛÇEYAN

The International Solidarity Network (Tora Hevgirtina Navneteweyî) bi boneya nêzîkbûna salvegera 26’an Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

Li gorî daxuyaniyê, 8’ê Cotmehê li dijî komplo û tecrîda mutleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan dê kampanyaya hashtagê were destpêkirin. Bang li her kesî jî hate kirin ku bi xurtî beşdarî kampanyayê bibin.

‘ŞERTÊ HER AŞTIYEKE MAYÎNDE JI AZADIYA BIRÊZ OCALAN DEST PÊ DIKE’

Di daxuyaniya The International Solidarity Network de ku bi sernavê "Li dijî Komploya Navneteweyî bangewaziya berxwedanê" hatiye weşandin, hate gotin ku ji gelek aliyan ve Komploya 9’ê Cotmehê tê meşandin û bêhiqûqiyeke taybet ji bo şexsekî û piştguhkirina hiqûqa neteweyî jî li zindana Îmraliyê tê meşandin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 26 sal e bê navber Rêber Abdullah Ocalan di bin pergala tecrîdê ya mutleq de dîl tê ragirtin û ji 43 meh e agahî jê nayên standin.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê were zanîn ku tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan pirsgirêka Kurdan tenê nîn e, di heman demê de pirsgirêka gelên Tirkiyeyê ye jî.

Her wiha hate gotin: “Yên ku welat û Rojhilata Navîn di nav xwînê de dihêlin û muhtacî edelatê dikin, hêza xwe ji tecrîda giran a li Îmraliyê digirin. Divê neyê jibîrkirin ku şertê ji bo aştiyeke mayînde ya li Rojhilata Navîn û damezirandina jiyaneke demokratîk li Tirkiyeyê, ji azadiya Birêz Ocalan dest pê dike.”

‘DERKETINA LI DIJÎ TECRÎDÊ ERKEKE MIROVÎ Û DÎROKÎ YE’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku derketina li dijî tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û têkoşîna ji bo azadiya wî ya fîzîkî erkekî dîrokî û mirovî ye û ev bang hat kirin "Li gel van heqîqetan em bang li her kes û saziyên dost, welatparêz, şoreşger, sosyalîst, jin û ciwanan dikin; roj roja derketina li dijî tecrîda mutleq e, roj roja bilindkirina dengê xwe ya ji bo azadiya Birêz Ocalan e."

Li gorî daxuyaniyê, li dijî Komploya Navneteweyî, 8’ê Cotmehê li gorî dema Ewropayê saet 19.00’an û li gorî dema Kurdistanê saet 20.00’an li ser platformên dîjîtal dest bi xebata hashtagê dikin.

(bb)

ANHA