Li Reqayê di teqîna mayinekê de 3 leşker birîndar bûn

Li bakurê parêzgeha Reqayê di dema operasyonên paqijkirina mayinan de, 3 leşkerên ji Rêveberiya Endezyariya Leşkerî ya Wezareta Parastinê, di encama teqîna mayinekê de birîndar bûn.

Li Reqayê di teqîna mayinekê de 3 leşker birîndar bûn
23 îlon, 2026   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Daîreya Ragihandinê ya Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz ragihand ku li gundê El Huriyê yê li herêma Girê Spî ya li bakurê parêzgeha Reqayê, di dema operasyonên paqijkirina mayinan de, ji ber teqîna mayinekê 3 leşkerên ji Rêveberiya Endezyariya Leşkerî birîndar bûne.

Tîrmeha borî, mêrek û zarokê wî ji ber teqîna mayinekê li gundê El Cebralî yê li rojavayê Girê Spî, dema ku tîmên endezyariya leşkerî herêm ji mayin û bermahiyên şer paqij dikir, jiyana xwe ji dest dabû.

(k)

ANHA