Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî

Rewşenbîrên Şedadê bi ldarxistina çalakiyeke hunerî li hola Şaredariya Gel a navçeyê bal kişandin ser mîrasa çandî ya herêmê.

Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî
Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî
Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî
Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî
Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî
Ji bo vejandina mîrasa erebî li navçeya Şedadî çalakiyeke hunerî
31 cotmeh, 2023   17:26
HESEKÊ

Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê bi armanca xuyakirina çand, dîroka Şedadê û vejandina çanda herêmê çalakiyeke hunerî li hola Şaredariya Gel a navçeyê li dar xist.

 Bi dehan hunermend û helbestvanên navçeyê beşdarî çalakiyê bûn.

 Di çalakiyê de helbestvan Hesen El Feyad axivî û got: "Ji bo xuyakirina çand û dîroka navçeyê herêmê me ev çalakî li dar xist. Em dixwazin ji cîhanê re, xuya bikin ku çandeke me ya dewlemend û cihereng heye. Layîqe ku bê parastin."

Feyad wiha domand: "Ev civata me, ji bo bîranîna şehîdan e ku ji bo azadî û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin. Em ji wan re dibêjin, xwîna wan li erdê namîne. Hûnê di dil û bîra me de zindî bin."

Endama Komîteya Çand û Hunerê ya Navçeya Şedadê Rîham El Hemûd jî got parastina mîrasa herêmê û vejandina wê gelek girîng e. Her wiha destnîşan kir ku lidarxistina mîna van çalakiyan, têkiliyên hezkirinê di navbera beşên civak ê de xurtir dike û dîroka herêmê zindî dike.

Di çalakiyê de, hunermend Rehme El Dermik, helbestvan Ewde El Hisên hin helbestên çanda herêmê vegotin. Her wiha pêşangehek jî hate lidarxistin. Di pêşangehê de amûrên dîrokî weka destar, çira û gelek amûrên din hatin pêşandan.

(şx)

ANHA