Cenazeyên 2 şervanên QSD'ê li Hesekê hatin veşartin

Şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên her du şehîdên QSD'ê Ezam Hesekê û Heyder Hesekê veşartin û soza şopandina rêya şehîdan da.

31 cotmeh, 2023   17:31
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Hesekê û endamên saziyên sivîl û leşkerî di merasîma veşartina cenazeyên şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk Ezam Hesekê (Xalid Horan Etiyê) û şehîd Heyder Hesekê (Ebdulezîz Xelîfe) de beşdar bûn.

Merasîm li goristana şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê yê Hesekê hat lidarxistin.

Şehîd Ezam Hesekê di 29'ê Cotmehê de di bersivandina êrişa çeteyan a li rojhilatê Dêrazorê de û şehîd Heyder Hesekê di 29'ê Cotmehê de di encama kirîza dil de li bajarê Hesekê şehîd bûbûn.

Di serî de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Beraa El Salih sersaxî da malbatên şehîdan û destnîşan kir ku şehîdan ji bo rizgarkirina xak û gelê xwe ruhê xwe feda kirin û destanên lehengiyê bi xwîna xwe nivîsandin.

Her wiha, ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hesekê Dêrsim Hesekê got: "Fedakariya şehîdan watedariya berxwedanê zêdetir dike û em hêza xwe ji fedakariya wan werdigirin."

Her wiha ji bo endamê Partiya Çep a Komunîst a Marksî Yilmaz Behr Reş (Osman Nûrî Ocaklî) ku di 12'ê Hezîrana borî de şehîd bûye merasîma xiyanî li dar ket.

Hevrêyên şehîd Yilmaz Behr Reş, Mizgîn Erebo û Xebat Mihemed Şêx soza şopandina rêya wî û tolhildanê da.

Wesîqeyên şehadetê yên şehîdan hatin xwendin û ji bo malbat û hevrêyên wan hatin radestkirin.

Cenazeyên her du şehîdan bi siloganên "Şehîd Namirin" hatin veşartin.

(mh/şx)

 ANHA