Ji bo pênasekirina jenosîda Êzidiyan kampanyaya dîjîtal hat ragihandin

Ji bo fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Êzidiyan weke qirkirin were naskirin, kampanyayek dîjîtal a navnetewî ya bi navê ‘yezidigenocide.com’ hate ragihandin. Kampanya bi zimanên Kurdî, Erebî, Rûsî, Îngilîzî û Almanî ye.

Ji bo pênasekirina jenosîda Êzidiyan kampanyaya dîjîtal hat ragihandin
15 tîrmeh, 2025   21:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi nêzbûna 11'emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an a Êzidiyan re, Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo ferman, weke ‘jenosîd’ were naskirin, kampanyaya îmzeyan a navneteweyî ya li ser platformên dîjîtal jî da destpêkirin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê 13’ê Mijdara 2024’an kampanyaya îmzeyan li pakrewangeha Şehîd Dilşêr-Şehîd Berxwedan ragihandibû. Piştî ragihandina kampanyayê li seranserî Şengalê îmze hatin komkirin. Îsal jî bi navnîşana ‘yezidigenocide.com’ kampanyaya îmzeyan a dîjîtal hate ragihandin.

Kampanya, bi zimanên Kurdî, Erebî, Rûsî, Almanî û Îngilîzî ye. Ne tenê Êzidî herkesek li dijî qirkirinêye, mirovhez û azadîxwaz dikare li her devereke dunyayê be bi rêya dîjîtal, îmzeyê biavêje.

Tevî 11 sal li ser fermanê re derbas bûye jî, lê hîn aqûbeta bihezaran kesî ne diyar e. Hîn gelek gorên komî li Şengalê li benda vekirinê ne, testa DNA’yê ya gelek qurbaniyan li Tiba Edlî ya Bexda’yê de tê girtin. Hîn jî bi hezaran jin û zarokên Êzidî di destê DAIŞ’ê û komên çete de ne. Hîn jî bi hezaran Êzidî di kampan de û dibin şertên zehmet de jiyan dikin. Êzidiyên ji ber fermanê koçkirin, ji ber penaber û koçberin, dibin metirsiya ‘Qirkirina çandî’ de ne. Ji ber astengiyên PDK’ê koçber nikarin vegerin Şengalê û ji nûve avakirina Şengalê temam nebûye.

Heya niha 15 dewlet, fermana 3’yê Tebaxê ku Êzidî weke, ‘fermana 74’an’ qebûl dikin, weke ‘jenosîd’ naskirine, lê hîna jî Iraq ev fermana dibin berpirsyariya wê de pêkhatiye, weke ‘Jenosîd’ qebûl nekiriye. Li gel ku li parlementoya Iraqê hate rojevê jî, li ser daxwaza PDK’ê careke din hate rawestandin.

Ji ber ferman weke jenosîdê vêya heya niha jî mafê xweparastin û xwerêvebirinê ya Êzidiyan hîn ne hatiye naskirin, hesap ji berpirsyarên fermanê û yên Şengalê ne parastine ne hatiye xwestin. Her wiha hîn jî tazmînata madî û manewî ji bo Êzidiyên Şengalê ne hatiye dayîn. Ji bo ev tev werin pêkanîn, divê Iraq fermana 3’yê Tebaxê weke ‘jenosîd’ nas bike.

Kampanyaya îmzeyan ya Rêveberiya Xweser a Şengalê, 1 Milyon îmze hedef dike. Rêveberiya Xweser  di serîde bang li Êzidiyên li Başûr û Iraqê, li hemû Êzidiyên li welat û dîasporayê dike, tevlî kampanyayê bibin.

Banga tevlîbûnê li hemû azadîxwaz û mirovperweran jî tê kirin, bi avêtina îmzeyê pêşî li ferman û metirsiyên nû yên li ser Êzidiyan bigirin.

Hûn dikarin bikevin googlê û ‘yezidigenocide.com’ binivîsin, piştî ketin malperê ziman hilbijêrin û li rûpela sereke de nav, email, bajar û welatê ku lê dijîn li ser binivîsin û bişînin.

Encamên kampanyayê wê ji bo parlementoya Iraqê, hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek saziyên navnetewî û mafê mirovan were şandin.

(mh)