Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî ji bo Sûriyeyê: Me dest bi lêpirsînê kir

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî got ew li hember tundiya li Siwêdayê bi fikar e. Di heman demê de destnîşan kir ku divê hikumeta veguhêz, li gorî erka xwe rêzê ji mafên mirovan re bigire û wan biparêze. Komîteyê aşkera kir ku têkildarî binpêkirinên muhtemel dest bi lêpirsînê kiriye û dê di wexta wê ya guncew de encamên wê aşkera bike.

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî ji bo Sûriyeyê: Me dest bi lêpirsînê kir
15 tîrmeh, 2025   21:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Lêpirsînan a Navneteweyî got ew ji rewşa li Sûriyeyê bi fikar e û diyar kir ku hikumeta veguhêz berpirsê binpêkirina mafên mirovan û parastina wê ye. 

Komîteyê bang li tevahî aliyan kir ku demildest bi rêya diyalogê tundiyê rawestîne.

Her wiha komîteyê aşkera kir ku têkildarî binpêkirinên mafên mirovan û qanûnên navneteweyî, dest bi lêpirsînê kiriye û dê di dema wê ya guncew de, encamên wê aşkera bike.

(mh-şx)