Îsraîlê li Hemayê baregeheke leşkerî bombebaran kir

Balafirên Îsraîlê li rojavayê Hemayê bargeheke leşkerî ya Tugeya 47’an bombebaran kir.

Îsraîlê li Hemayê baregeheke leşkerî bombebaran kir
3 gulan, 2025   15:51
NAVNDA NÛÇEYAN

Li gorî Kanala 13 a Îsraîlê, balafirên Îsraîlê li bajarê Hemayê 3 baregeh bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku êriş li dijî avahiya Tugeya 47 a li rojavayê Hemayê ku baregeha rejîma Baasê bû, hat kirin.

Her wiha berdevkê leşkerî yê Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku "5 welatiyên Sûriyeyê yên Durzî piştî ku li Sûriyeyê birîndar bûn, bi armanca dermankirinê bo navenda bijîşkî ya li Sefed a Îsraîlê hatin veguhastin."

Adraee got: "Hêzên artêşa Îsraîlê li herêma başûrê Sûriyeyê belav bûn û di amadekariyê de ne da ku rê nedin hêzên dijber derbasî gundên Durziyan bibin.”

(bb)