Desthilata Şamê… di navbera îdeolojî û girêdana bi derve de

Lêkolînera Meys Kirêdî diyar kir ku rewşa Sûriyeyê ber bi veguhertinên metirsîdar ve diçe. Her wiha destnîşan kir ku nakokiyên mezin ên desthilata Şamê hene; “Ji aliyekî ve pêkhateyên tundraw û rêxistinên ku wek terorîst tên binavkirin û ji aliyê din ve jî hevkariya aşkera ya bi Tirkiyeyê re.

Desthilata Şamê… di navbera îdeolojî û girêdana bi derve de
9 gulan, 2025   07:35
NAVENDA NÛÇEYAN
GÎVARA ŞÊX NÛR

Civaknas û lêkolîner Meys Kirêdî rewşa Sûriyeyê bi du faktorên bingehîn ve girê dide ku divê li ber çavan bin, yekem; di nava vê desthilatê de rêxistinên wek terorîst tên binavkirin ku bi wê re hatine û beşeka avaniya wê ne, hene.

Meys destnîşan kir ku tevî îdiayên ku van rêxistinan şekl û gotinên xwe guhertine jî lê "dîroka wan a îdeolojîk, pratîka wan û ramana wan bi zelalî nîşan dide ku projeya wan a bingehîn avakirina xîlafeta îslamî ye.”

Mays Kirêdî got: "Der barê niyeta vê desthilatê de gumanên cidî derdixe holê, bi taybet ji ber dîroka wê ya dirêj a tund û tûjiyê û dûrxistinê. Ji ber vê yekê pirsa gelo ka ew dikare serkêşiya birêvebirina qonaxeke derbasbûnê bike, derdikeve pêş. Eger bibe jî demeke dirêj jê re divê.”

Faktora duyem jî li gorî Meys Kirêdî, têkiliyên nêzîk ên vê desthilatê bi îstixbarata Tirkiyeyê re ye. Meys teqez kir ku desthilata niha ya Şamê "tenê li gorî fermanên Enqereyê tev digere û asta têkiliyan jî nayê înkarkirin.”

Meys Kirêdî da zanîn ku em niha pêşberî desthilatekê ne ku hem tundrew e û hem jî dilsoziya bi hêzeke derve re (dewleta Tirk) heye û da zanîn ku "ev tişt vê desthilatê dêtir dike amûrek ji bo pêkanîna projeyên istixbaratî yên Tirkiyeyê.”

Der barê çareseriyan de, Meys Kirêdî di wê baweriyê de ye ku "divê vegerin biryarên Neteweyên Yekbûyî, bi taybetî biryara 2254, ji bo misogerkirina proseyeke veguhestina siyasî di bin çavdêriya navdewletî de, bi beşdariya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê. "

Mey Kirêdî her wiha daxwaz kir ku divê li kêleka çavdêriya navneteweyî, komîteyên lêkolîna rastiyan jî hebin, bi taybetî lêkolîna têkildarî tawanên li deverên peravê û Siwêdayê li dijî civakên Elewî û Durzî hatine kirin û her wiha komkujiyên din. Her wiha ji bo amadekirina destûreke nû ya ku beşdariya hemû aliyan garantî dike, pêwîstî bi piştevaniyeke navneteweyî ya rasteqîn heye.

(k)