Ji bo ku nekeve destê çeteyên dewleta Tirk dawî li jiyana xwe anî

Ji damezirînerên Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê Ebdulrehman Xelîl Murşid ji bo ku nekeve destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, li Şehbayê dawî li jiyana xwe anî.

Ji bo ku nekeve destê çeteyên dewleta Tirk dawî li jiyana xwe anî
4 kanûn, 2024   14:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê bi daxuyaniyekê ragihand ku yek ji damezirînerên partiya wan ji bo nekeve destê çeteyên dewleta Tirk a dagirker, di 2’yê Kanûnê de dawî li jiyana xwe anî.

Di daxuyaniyê de hete gotin ku Ebdulrehman Murşîd di sala 2014’an de yek ji damezirînerên herî girîng ê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê bû û hate gotin: “Heta roja şehadeta xwe di nava partiyê de serkirdeyekî diyar û endamê Buroya Siyasî bû. Hevalê me piştî dewleta Tirk Efrîn dagir kir, koçber bû û li Şehbayê bi cih bû û têkoşîna xwe domand.”

Li gorî daxuyaniyê, bi êrişa çeteyên dewleta Tirk a dagirker a li ser Şehbayê di 1’ê Kanûnê de, Murşid biryar daye ku ew teslîm nebe û ji birayên xwe re gotiye ger çete nêz bibin, mirin dê ji ketina destên çeteyan baştir be.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Di 02.12.2024`an de dema ku çete hatin gundê Til Qirahê yê Şehbayê ku gel li benda vekirina rê bû, ji bo derbasbûna ewle ya Tebqayê, hevalê me dît çete bi çek li pêşberî wî ne, wî jî soza xwe pêk anî, ji bo ku nekeve destê çeteyan dawî li jiyana xwe anî.”

Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyeyê di dawiya daxuyaniya xwe de ji Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwest ku Ebdulrehman Murşîd wek şehîdê li hemberî êrişên hovane yên çeteyên dewleta Tirk a dagirker qebûl bike.

(k)