Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin

Meclisa Tirbesiyê û rêxistina PYDˈê ya bajarê Amûdê ji bo nirxandina geşedanên dawîn ên ku li herêmê rû didin, civînên gel li dar xistin.

Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
Di civînên gel de bûyerên dawîn hatin şîrovekirin
4 kanûn, 2024   14:44
QAMIŞLO

Ji bo şîrovekirin û nirxandina geşedanên dawîn ên li herêmê rû didin, Meclisa Bajarê Tirbespiyê civînek li hola PYD`ê li dar xist. Di civînê de bi dehan şêniyên Tirbespiyê û gundên wê, endamên saziyên civaka sivîl amade bûn. 

Piştî rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Horiye Şemdîn axivî.

Horiye Şemdîn bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û berxwedna gelên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê. Horiyeyê têkildarî koçberiya xelkê Efrîn û Şehbayê û Helebê ya ji ber êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê banga seferberiyê kir û got: “Em ê bi hemû îmkanên xwe piştgiriya gelê xwe bikin.”

Horiyeyê wiha dom kir: “Divê tevahî gelê me ji rewşên awarte re amede be, xwe li ser pîvanên şerê gel ê şoreşgerî bi rêxstin bike.”

AMÛDÊ

Rêxistina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Amûdê jî geşedanên dawîn ji gel re nirxandin. Civîn li avahiya PYDˈê bi amadebûna bi sedan şêniyan tevî endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser hat lidarxistin.

Endamê PYDˈê Mesûd Yûsif rewşa li Şehba û Helebê nirxand û got: "Geşedanên vê dawiyê encamên lihevkirinên hêzên herêmî û dewleta Tirk a dagirker e. Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker sûd ji lawaziya rejîma Sûriyeyê wergirt û êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine."

Mesûd Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi hinceta ol û di bin navê rizgarkirinê de derbasî Heleb û Şehbayê bûne.

Yûsif di dewama axaftina xwe de bal kişand ser bêdengiya li hember êrişên li ser herêmê û got: "Ev bêdengî encameke lihevkirinan e ku bi pêşengiya Cebhet El Nusrayê têne kirin. Gelê me bi hemû hêza xwe ji bo parastina xaka xwe li ber xwe dide. Piştî seferberiya giştî ya ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk îlan kiribû bi sedan keç û xortên herêmê tev li QSDˈê bûne."

Civîn bi nîqaşên li ser rewşa heyî bi dawî bû.

(ex/bb)

ANHA

TIRBESPIYE