Rêxistinên jinan banga têkoşîn û hevgirtinê kir 

Rêxistin û tevgerên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê banga têkoşîneke navneteweyî û hevgirtî kir.

Rêxistinên jinan banga têkoşîn û hevgirtinê kir 
4 kanûn, 2024   15:00
QAMIŞLO

Rêxistina Sara ya Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê û Meclisa Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de daxuyaniyeke hevbeş li bajarên Hesekê, Qamişloyê û Kobanê da.

Daxuyanî li ber avahiya Rêxistina Sara ya li Qamiloyê bi zimanê kurdî ji aliyê berdevka rêxistinê Reşa Derwêş ve û bi zimanê erebî ji aliyê berdevka Weqfa Jina Azad Sultane Şêxo ve hat xwendin.

Li Hesekê jî daxuyanî bi amadebûna bi dehan jinan li ber avahiya Rêxistina Sara hat dayîn. Endama Weqfa Jinên Azad Şêrîn Paşo daxuyanî xwend. Li bajarê Kobanê jî heman daxuyanî hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime bi rewşa navneteweyî û herêmî ve giredayî ye. Ji ber ku hêzên mezin ên xwedî proje û daxwazên kolonyalîst ên mîna dewleta Tirk a Osmanî, armanca wan ew e ku projeya Rêveberiya Xweser binpê bikin. Her wiha bi dagirkirina axa Sûriyeyê hewl didin DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin. Ev êriş planek e, ji berê ve hatiye amadekirin. Nîşan dide ku ev êriş li ser jin, zarok û sivîlan giştî ye. Li ser navê rêxistinên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rexistina Sara ya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinan, Meclisê Jin, Kongra Îslama Demokratîk, Weqfa Jina Azad van êrişan qebûl nakin.

Em êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî li ser herêma Heleb, Şehba û Til Rifetê şermezar dikin. Ji bo rawestandina van êrişên terorîst em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîneke cîhanî û hevgirtî bidin meşandin. Rexistinên mafên mirovan, civaka navneteweyî, dewletên garantor û hemû rexistinên femînîst en ku bi jinan re eleqedar dibin divê li hemberî van êrişan bisekinin."

HESEKÊ

Qamişlo