Ji bo koçberên Efrîn û xelkê Kobanê şevbuhêrkek folklorîk

Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê ji bo koçberên Efrîn û xelkê Kobanê şevbuhêrkek folklorîk li dar xist.

3 tîrmeh, 2025   22:56
KOBANÊ

Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo koçberên Efrîn û xelkê Kobanê, bi diruşma "Çanda resen hebûna gelan e" şevbuhêrkek folklorîk, bi beşdariya sedan koçberên Efrîn û xelkê Kobanê, organîze kir. 

Şevbuhêrk bi deqeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre rêvebera Meclisa Koçberên Efrîn û Serêkaniyê li bajarê Kobanê Hemîde Omer Mihemed axivî û got: "Gelê Kobanê û koçberên Efrînê bi berxwedaniya xwe, xwe di cîhanê de îsbat kirin.  Ji ber vê yekê ev gel,  gelê berxwedêr û têkoşer e û vîna wan her tim bilind e. Efrîn û Kobanê yek in."

Hemîde diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi çand û Hunera xwe digihîjin hev û wiha anî ziman: "Ev şevbuhêrk ji bo me cihê kêfxweşiyê ye. Em gelekî kêfxweş in ku gel xwedî li hev derdikeve. Em spasiya hemû kesên ku dilê wan ji bo piştgiriya hev bikin lê dide, dikin."

Piştre koma govendê ya girêdayî Çand û Hunerê ya Baqî Xido govend gerand.

Piştî govendê dengbêjên Efrînê û Kobanê stran gotin.

(sş)

ANHA