Fermandarekî berê HTŞ`ê di êrîşeke çekdarî de li Sermedayê hat kuştin

Fermandarekî berê yê Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) yê bi navê Ebû Bekir Ebûd , piştî ku li mala xwe ya li bajarê Sermedayê, li bakurê Îdlibê, hat gulebarankirin, mir.

Fermandarekî berê HTŞ`ê di êrîşeke çekdarî de li Sermedayê hat kuştin
1 mijdar, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî hin çavkaniyan Cewad Mistefa Elî "Ebû Bekir Ebûd", welatiyekî Libnanî ji Trablusê ye, piştî ku li mala xwe ya li bajarê Sermedayê, li gundewarê bakurê Îdlibê, ji aliyê çekdarekî nenas ve hate gulebarankirin, mir.

Elî fermandarekî berê yê HTŞ`ê bû. Heta niha nasnameya sûcdaran ne diyar e û derbarê bûyerê de  daxuyaniyek fermî nehatiye dayin.

(k)

ANHA