‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê partî û hiqûqnas têkoşîneke xurttir bimeşînin`

Şêniyên Çilaxayê got partî û hiqûqnas li hember berdewamkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan berpirs in. Şêniyan bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, divê ev alî gavên cidî biavêjin û helwesteke siyasî nîşan bidin.

‘Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan divê partî û hiqûqnas têkoşîneke xurttir bimeşînin`
24 cotmeh, 2024   04:10
QAMIŞLO

Desthilata Tirk li ber çav û guhê cîhanê, rêxistinên mafên mirovan, partiyan, pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîne. Lê ev pergal li dijî qanûnên navneteweyî ne ku banga parastina mafên mirovan û rûmeta mirovan dikin.

Şêniyên bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê helwestên şermok ên navneteweyî şermezar kirin. Şêniyê bi navê Salih Îbrahîm got: "Rêber Abdullah Ocalan li gorî qanûnên navneteweyî, girtiyekî siyasî û xwedî maf e. Lê dewleta Tirk li hember bêdengiyeke bê rûmet a rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û CPT`yê pergala qirkirin û îşkenceyê didomîne."

Îbrahîm diyar kir ku li hember vê pergalê, partî û hiqûqnas berpirs in û ev li gotinên xwe zêde kir: "Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdetirî 30 partî heye. Li beşên din ên Kurdistanê gelek partî heye. Lê ji bo bidawîkirina vê pergalê rola xwe ya rastîn nalîzin. Ew bi aloziyên xwe yên hundirîn ve mijul in. Nikarin li hember doza Rêber Abdullah Ocalan helwesteke hevgirtî nîşan bidin. Ji bo min ew berpirsên vê pergalê ne."

Îbrahîm bang li partiyan, hêzên siyasî û hiqûqî kir ku ji bo bidawîkirina vê pergalê divê, rola xwe bilîzin, ji bo bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî gavên cidî bavêjin.

Îbrahîm wiha domand: "Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê li qadan tê dikoşin. Divê ew alî dengê têkoşîna me ragihînin cîhanê. Serok daxwaza me ya sereke ye."

Şêniyê bi navê Hizên Îsa jî got: "Fîlozofê felsefeya neteweya demokratîk Rêber Abdullah Ocalan rûbirûyî sûcên herî hovane ye. Li hember van sûcan, aliyên navneteweyî û hiqûqî yên ku parastina mafên mirovan îdia dikin, bê deng in."

Îsa diyar kir ku partiyên siyasî û hiqûqnas bi taybet ên kurd berpirsên berdewamkirina pergala qirkirin û îşkenceyê ye û bang li wan kir ku helwesteke siyasî ya xurt nîşan bidin.

Îsa wiha pê de çû: "Heke partiyan helwesteke cidî nîşan bidana, pergala qirkirin û îşkenceyê heta niha berdewam nedikir."

Her wiha Îsa bang li partiyan kir ku aloziyên xwe yên hundirîn çareser bikin, li hember doza Rêber Abdullah Ocalan helwesteke siyasî ya hevgirtî nîşan bidin.

Fatme Meşan jî got partiyên siyasî berpirsên berdewamkirina pergala qirkirin û îşkenceyê ye.

Fatme bang kir ku divê helwesteke cidî di vî warî de bê nîşandan. Divê partî komîteyekê ava bikin ku tenê jibo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşe û çalakiyan li dar bixe.

Fatme di dawiyê de got: "Rêber Abdullah Ocalan, rêberê mirovahiyê tevda ye. Kesên ku îdia dikin ku ew ji bog elan tê dikoşin, divê destpêkê azadiya dengê gelan bi dest bixin."

(şx)

ANHA