ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 10 – 2024

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 24 - 10 – 2024
24 cotmeh, 2024   03:30

Şêniyên Çilaxayê got partî û hiqûqnas li hember berdewamkirina pergala îşkence û qirkirinê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan berpirs in. Şêniyan bang kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bidestxistin, divê ev alî gavên cidî biavêjin û helwesteke siyasî nîşan bidin.

Di encama berbelavbûna şewba mirîşkan li herêmê de zirareke mezin bi mirîşkên malan, mirîşkên kargehan de çêbûye. Bijîşkê beyterî der barê vê yekê de hin şîret dan û got divê hewa li cihê mirîşkan û mirîşkan bi xwe bixe û vîtamîn bên dayîn.

Navendên Pirkirina Tovan tovê genim li cotkaran belav dike. Tevî ku serê her tonekê 195 dolar xisar li navendan dibe, lê armanca sereke pêşxistina çandiniyê û piştgiriya cotkaran e.

Kongreya Star a kantona Firatê ji bo bîranîna fermandar şehîd Bêrîtan li Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê civîneke fireh li dar dixe, her wiha Kongra Star a Qamişlo di heman çarçoveyê de meşekê ji Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo ber bi Stadyûma Şehîdên 12ʹyê Adarê ve li dar dixe, her wiha meşeke din a navendî bi beşdariya xelkê bajarên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê ji Çerxerêya Şehîd Xebat a Dêrikê tê lidarxistin, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo şehîdên meha Cotmehê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Saroxan bi bîr tîne, saet 15:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Partiya Demokratîka Pêşvero ya Kurdî li Sûriyê (P.D.P.K.S) li Parka Azadî ya Qamişloyê salvegera 5ʹan a koça dawî ya sekreterê partiyê yê berê Ebdulhemîd Derwîş bi bîr tîne, saet 16:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hunermendê şêwekar Yara Hisko li kafeterya Koltervan a Amûdê pêşangeheke xwe vedike, saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ʹLi dijî xiyanet û dagirkeriyê, Jin, Jiyan, Azadîʹ Kongra Star li bajarê Hesekê li Parka Xabûr bi beşdariya xelkê bajêr, Til Birak, Til Temir, Hol û Şedadê çalakiyeke protestoyî ji bo bîranîna şehadeta fermandar Bêrîtan li dar dixe, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Bi diruşma ʹBi rih û birêxistinkirina ciwanên Ermenî em ê faşîstê têk bibin û civakeke polîtîka-exlaqî ava bikinʹ Tevgera Ciwanên Ermenî ya Demokratîk kongreya xwe ya damezrîner li Xwaringeha Marbêla ya Hesekê li dar dixe, saet 09:30ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa bajarê Hesekê turnuvaya fotbolê li Stadyûma Şehîdên El Muftî li dar dixe, turnuva saet 17:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN)