Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike

Navendên Pirkirina Tovan tovê genim li cotkaran belav dike. Tevî ku serê her tonekê 195 dolar xisar li navendan dibe, lê armanca sereke pêşxistina çandiniyê û piştgiriya cotkaran e.

Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
Rêveberiya Xweser tov bi buhayê kêm li cotkaran belav dike
24 cotmeh, 2024   07:10
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Saziya Pirkirina Tovan ji 28`ê Îlonê ve dest bi belavkirina tovê genim li cotkaran, kiriye. Sazî hewl dide piştgiriya cotkaran bike û barê madî li ser wan sivik bike. 

Rêveberê Navenda Pirkirina Tovan a Xiwêranê ya bajarê Hesekê Luqman Hesen got cotkar parên xwe yên tovê genim werdigirin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo her cotkarekî 5 ton tov hatiye veqetandin.

SERÊ HER TONEKÊ 195 DOLAR XISAR ÇÊBÛYE

Luqman Hesen diyar kir ku saziyê kîloya tov bi 31 sentan ji cotkaran kiriye û lêçûna xebatên bêjingkirin û pakkirina her tonekê 110 dolar bû.

Hesen wiha domand: "Ger em kirîn û lêçûna bêjingkirin û pakkirinê bijmêrin, lêçûna her tonekê digihêje 420 dolaran, lê em bi 225 dolarî difiroşin cotkaran. Anku serê her tonekê 195 dolar xisara saziyê dibe.

PIŞTGIRIYA COTKARAN

Hesen da zanîn ku Rêveberiya Xweser ji bo piştgiriya cotkaran û pêşxistina çandiniyê van hewldanan dike ku tovên baş û li gorî avhewaya herêmê ji cotkaran re peyda bike, ji bo ku wan ji keysbaziya bazirganan biparêzin.

CUREYÊN BAŞ

Luqman Hesen di dawiyê de got: "Pisporên Desteya Çandiniyê cureyên tovên li herêmê test kirine. Ji tecrubeyan diyar bû ku ev cure ji avhewaya herêmê re guncaw in û li hember nexweşî û kurmikan bi hêz in."

(şx/k)

ANHA