’Ji bo aştî pêk were divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje’

Şêniyan got, ji bo aştiyeke mayînde pêk were divê desthilata Tirk gavên cidî biavêje. Şêniyan anîn ziman ku dê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin.

’Ji bo aştî pêk were divê dewleta Tirk gavên cidî biavêje’
21 nîsan, 2025   02:35
QAMIŞLO
SÎMAV MEHMÛD

Ji dema ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Sibata îsal hate ragihandin ve, dewleta Tirk tu gavên şênber neavêtiye. Ji vê zêdetirî tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan û êrişên xwe li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Şêniyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku ji bo aştiyeke mayînde li herêmê pêk were divê desthilata Tirk di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan de gavên cidî biavêje.

Xedîce Elo ji koçberên Efrînê li bajarê Amûdê yê kantona Cizîrê dimîne got: "Dewleta Tirk a dagirker aştiyê naxwaze. Tevahiya cîhanê nêzîkatiyên dewleta Tirk dibîne lê dengê xwe nake. Dewleta Tirk bi cidiyet nêzî pirsgirêka Kurd û banga Rêber Abdullah Ocalan nabe."

Xedîce Elo diyar kir ku divê Rêber Abdullah Ocalan bi fizîkî were azadkirin û got: "Rêber Apo rêberê aştiyê ye."

Ebdulkerîm Pîro jî ji koçberên Efrînê ye li bajarê Amûdê didmîne der barê mijarê de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku zextê li dewleta Tirk a dagirker bike bila bi cidiyet nêzî banga Rêber Abdullah Ocalan û pirsgirêka Kurd bibe.

Ebdulkerîm Pîro destnîşan kir ku dê heya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan li qadan bin û çalakiyan li dar bixin.

Şêniya bi navê Ezîza Ehmed a ji Amûdê anî ziman ku peyama Rêber Abdullah Ocalan peyama aştiyê ye û ev li gotinên xwe zêde kir "Çi kesên ku dixwazin aştî pêk were divê di rêya ku Rêber Apo diyar kiriye de tê bikoşin."

(bb)

ANHA