Eyal Zamir niyetên Îsraîlê li Sûriyeyê aşkera kirin

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir da zanîn ku ji ber têkçûna rewşa hundirîn a Sûriyeyê, artêşa Îsraîlê derbasî hin xalên stratejîk ên li Sûriyeyê bûye û ew kontrol kirine û got, "Em parastina xwe li wir in."

Eyal Zamir niyetên Îsraîlê li Sûriyeyê aşkera kirin
20 nîsan, 2025   20:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Serfermandarê artêşa Îsraîlê Eyal Zamir di serdana hêzên Îsraîlê yên li Sûriyeyê de got ji ber têkçûn û jevketina rewşa hundirîn a Sûriyeyê, artêşa Îsraîlê hin xalên stratejîk ên Sûriyeyê kontrol kirine.

Zamir got ku ew ji bo ku xwe biparêzin, li wir in.

Zamir diyar kir ku devera ku artêşa Îsraîlê kontrol kiriye gelekî stratejîk e û ji xalên wan rêzeçiyayên derdora herêmê xuya dikin û got, "Em nizanin mijarên wir wê çawa bi pêş de biçin, lê belê hebûna me xwedî girîngiyeke ewlekarî ya mezin e."

(mh/fr)