Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin

Zozan Xelîl diyar kir ku tîmên karmendan dema ku diçin ji bo ku stasyona Şêxlera Jorîn temîr bikin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên gulebarankirin.

Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin
Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin
Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin
Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin
Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin
Çeteyên dewleta Tirk temîrkirina stasyona avê asteng dikin
21 nîsan, 2025   03:45
KOBANÊ
SARYA ŞÊXO

Stasyona avê ya li gundê Şêxlera Jorîn ê Kobanê di 2`yê Sibatê de ji aliyê dewleta Tirk ve bi balafirên hate bombebarankirin û ji ximeztê derketibû. Dema ku tîmên karmendan diçin ji bo ku stasyonê temîr bikin, ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve tên gulebarankirin. 

Hevseroka Saziya Avê ya Kantona Firatê Zozan Xelîl têkildarî mijarê got: "Di 26`ê Adarê me careke din berê xwe da stasyona gundê Şêxler ji bo ku em stasyonê bi kar bînin. Em û karmend rastî gulebarana çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Cerablusê hatin. Di 11`ê Nîsanê jî me hewl da em biçin stasyonê, lê careke din gule barandin.”

Zozan Xelîl wiha dewam kir: “Dewleta Tirk behsa aştiyê dike, lê ev mînakek e ku dewleta Tirk aştiyê naxwaze. Staston ji bo ximzeta gel e. Av jiyan e lê dewleta Tirk dixwaze vê jiyanê bikuje.”

Di berdewama axaftinê de Zozan Xelîl got: "Stasyona Zormirê, 11 gund li ser bi av dibin, xebatkarên wê stasyonê jî tên gulebarankirin.”

Zozan Xelîl bal kişand ser projeyên wan ên ji ber êrişan asteng bûne û got: “Bi êrişên dewleta Tirk re ew projeyên me bi giştî hatin rawestandin. Projeya li Şêxlerê gihaştiye dawiyê, lê ji ber êrişên dagirkeriyê me niha sekinand. 3 projeyên sereke yên li Şêxler, Zormixar û Cibilferecê hatin rawestandin.”

Di dawiya axaftina xwe de Zozan Xelîl got: "Em bang li saziyê mafên mirovan dikin; pêşî li êrişên çeteyên dewleta Tirk bigirin da ku em bikarin xizmeta gel bikin."

ANHA