Hejmara kuştiyên teqîna li Idlibê bû 5

Hejmara kesên di teqîna erebeyê ya li bajarê Benş yê Idlibê hatin kuştin bû 5.

Hejmara kuştiyên teqîna li Idlibê bû 5
1 îlon, 2026   19:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeya Tenduristiyê ya Idlibê ji SANA‘yê re ragihand ku hejmara kesên di teqîna erebeyê ya li bajarê Benşê yê Idlibê de bû 5.

Gerînendetiya Rewşa Awarte û Rêveberiya Karesetan a Parêzgeha Idlibê ragihandibû ku di encama teqînên dijwar ên li pey hev de 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûne.

Îro saet derdora 14.00‘an li bajarê Benşê teqînên bihêz rû dan. Li gorî hin agahiyan teqîn ji ber erebeyeke barhilgir a teqemeniyê rû daye.

(bb)