Ji ber guleya bêserûber xwendekareke ji Qamişloyê jiyana xwe ji dest da

Di encama pevçûnên li bajarê Laziqiyê de, xwendekareke ji bajarê Qamişloyê bi guleya bêserûber jiyana xwe ji dest da.

Ji ber guleya bêserûber xwendekareke ji Qamişloyê jiyana xwe ji dest da
7 adar, 2025   16:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser medyayên dîjîtal hat parvekirin ku ji ber guleya bêserûber a di encama pevçûnên li bajarê Laziqiyê de xwendekareke zanîngehê ya ji Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Navê xwendekar Şînda Adil Kişo ye, ji taxa Xerbî ya bajarê Qamişloyê ye, li Laziqiyê sala yekem a fakulteya tibî dixwend.

Li gorî agahiyan, Şînda di encama guleya bêserûber a di serî de dema xew kiribû de, jiyana xwe ji dest da.

(fr)