Dîdariya rewşenbîran; daxwaza fesihkirinê û avakirina yekitiyekê

Di nîqaşên dîdariya 5 yekitiyên nivîskarî û rewşenbîrî li Rojavayê Kurdistanê de, beşdaran daxwaz kir ku her 5 yekitî xwe fesih bikin û li şûna wan yekitiyek were avakirin. Her wiha hat pêşinyarkirin ku komîteyeke hevbeş û sîwaneke rewşenbîrî bê damezrandin.

7 adar, 2025   16:37
QAMIŞLO

Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK), Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê (Y.R.H.C), Yekitiya Nivîskarên Kurd li Sûriyeyê (Y.N.K.S), Yekitiya Giştî a Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyeyê (YNRKS) û Yekitiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyeyê di bin navê “Dîdara Giştî ya Nivîskar û Rewşenbîrên Kurd li Rojavayê Kurdistanê” dîdariyek orgenîze kir.

Dîdar li hola Zana ya bajarê Qamişlo bi beşdariya gelek nivîskar, rewşenbîr, wêjevan, rojnamevan, helbestvan, hunermend, çalakvan û lêkolîner ên li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin.

Dîdar bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, paşê Serokê HRRK`ê Ehmed Huseyinî axivî û diyar kir ku ew îro li hev civiyane ku peyameke ji neteweya Kurd re bişînin, da ku bang li aliyên peywendîdar bikin ku yekrêziya Kurdî ava bikin. Di danûstendinên xwe de bi hişmendiyeke rewşenbîrane nêzî rewşê bibin, her yek ji aliyê xwe ve rêzgirtin û lihevguhdarîkirinê pêk bînin.

Di dîwana dîdarê de nûnerên ji her 5 yekitiyan Behrîn Osê, Şems Enter, Enahîta Sîno, Qadir Egîd û Mûnîr Şêxê cih girt.

Di komxebatê de 3 mijarên bi sernavên “Rola rewşenbîrên Kurd di vê pêvajoyê de, sekina wan li hemberî gotara nefretê û rola wan a civakî li ser asta Sûriyeyê bi giştî û asta Kurdî bi taybetî”, “Rola yekitiyên nivîskar û rewşenbîrên Kurd di danîna nexşerêya xebata hevbeş de” û “Rola rewşenbîrên Kurd di piştgiriya hewlên ji bo yekkirina gotar û helwesta Kurdî û avakirina lêvegereke siyasî ya Kurdî berfireh de” hatin nîqaşkirin.

MIJARA YEKEMÎN

Lêkolîner Biradost Mîtanî diyar kir ku pêwîst e rewşenbîr xwedî kesayeteke saxlem be, asoyeke zanistî ya berfireh bin, heke xwedî çandeke xurt be jî wê karibe nefertê derbas bike. Divê rewşenbîr bi taybet di aliyê siyasî de karibe biryarên nebaş di nava civakê de sererast bike.

Rewşenbîr Nûrî Derwêş da zanîn ku ev pêvajoya ku ew tê re derbas dibin gelekî hesas e, divê hemû rewşenbîr baldar bin û got: "Di gotaran de pêwîst e ne tenê pêkhateyek, hemû pêkhateyên li Sûriyeyê bigirin dest, ji  15-18 pêkhate li Sûriyeyê hene, ji ber daxwaza wan pêkanîna neteweya demokratîk e, divê ew bi awayekî baldar hemû pêkhateyan hembêz bikin. "

Rewşenbîr Ezîz Omer di destpêka axaftina xwe de 8`ê Adarê (Roja Jinan a Cîhanê) li hemû jinên li Sûriyeyê pîroz kir. Ezîz Omer destnîşan kir ku ew di vê pêvajoyê de bi hacetî mîna vê dîdariyê bûn, ew bawer e ku nivîskar û rewşenbîrên beşdar dikarin bi awayekî demokratîk nîqaşên xwe bi pêş bixin, wateya rewşenbîriyê mezin e, ne her kes dikar bibe rewşenbîr.

Helbestvan Hesîna Ehmed bal kişand ser gotara nefretê û da zanîn ku li ser medya dijîtal ew gelekî li pêş e û fikra neqûblkirina hev derdikeve holê. Ev hemû ji hişmendî û çanda civakî tê. Sedema wê jî hişmendiya cahiliyetê anku nezanînê ye.

Helbestvan Beşîra Derwêş diyar kir ku rewşenbîr partiyan ava dike, wê çawa navê rewşenbîriyê li xwe bike ku nikare bêyî li partiya xwe vegere û biryarekê bide. Divê rewşenbîr hev biçûk nexînin û di navbera wan de ji bo çareseriyê rexne bi pêş bikevin.

Nivîskar Faris Osman da xuyakirin ku mijara kîn û nefretê piştî medya dijîtal pir bûye, netewa Kurd dikare bi nêzîkatiyeke zanistî li hemberî gotara kînê raweste. Pêwîste danûstendina di navbera gelê Kurd û pêkhateyên din ên li herêmê de, bi pêşkeve û bê parastin. Her wiha divê behremendiyên Kurd bi rêya sînema û şanoyan çanda Kurdî bidin nasîn.

Helbestvan Mihemed Ebdê da zanîn ku divê destpêkê di nava rewşenbîran de gotara kîndariyê bê rakirin, divê nivîskar û rewşenbîr xebatê xwe berfireh bikin û ji bo pêvajoya ku li Sûriyeyê bi giştî diqewime berheman bide.

Rewşenbîr Yûsif Kûtî di dema ku ew rewşenbîr bû, aliyek siyasî dibe aliyek û navê xwe winda dike. Rewşenbîrtî erkeke exlaqî ye û divê bibe parçeyek ji êşa gel.

MIJARA DUYEMÎN

Rewşenbîr Melevan Resûl da zanîn her yekitiyeke nivîskaran li herêmê girêdayî aliyeke siyasî ye, divê her yek ji aliyê xwe ve zextê bikin da ku yekrêziya Kurdî bê avakirin.

Rewşenbîr Mihemed Beşîr destnîşan kir ku divê ji bo yekîtiyên nivîskaran sîwaneke di bin navê Rojava de bê avakirin, ew sîwan bi yek dengî helwesta xwe nîşan bide. Ji bo dayîna daxuyaniyan û lidarxistina çalakiyên hevbeş komîteyeke amadekar ji van yekitiyan bê derxistin. Bi rêya vê komîteyê dikare kongreyek bê organîzekirin û sîwan bi biryara kongreyê bê avakirin.

Helbestvan Kemal Necim da xuyakirin ku bi avakirina komîteyeke amadekar wê armanca yekkirina helwesta yekitiyên nivîskaran pêk neyê, ev yekitî wê her li aliyê xwe yê siyasî vegere. Li welatê wan guhertin çêdibin, ji ber ku ji aliyê rewşenbîran de xebatek nehatiye kirin, wekî ku tune ne tê diyarkirin.

Necim pêşinyara kir ku bi awayekî demdirêj û demkurt rêyên stratêjîk werin nexşekirin; divê destpêkê hemû sazî û yekotiyên rewşenbîrî xwe fesih bikin û ji nû ve yekitiyeke rewşenbîrî û nivîskarî di yek saziyê de bê avakirin.

Helbestvan Ehmed Huseynî da zanîn ku pirsgirêka dabeşbûnê bi dabeşkirina sînoran hatiye dest pê kirin, hêdî hêdî ew parçe dibin. Ji bo rêgirtina li ber parçebûnê pêwîst e gavên berbiçav bên avêtin, komîteyek bê hilbijartin da ku ew komîte çareneûsa yekirina yekitiyan diyar bike.

Rewşenbîr Efaf Heskê destnîşan kir ku ji ber ku ew di qonaxeke hesas re derbas dibin, divê ew helwesteke xwe ya neteweyî ji partiyan re parve bikin, da ku di mijara yekrêziya Kurdî de bigihêjin encamekê.

MIJARA SÊYEMÎN

Rewşenbîr Nesir Berik diyar kir ku parçebûna heyî di nava yekitiyên nivîskaran de encamê nakokiyên partiyên siyasî ye, nêzîkbûna di navbera partiyên siyasî de hiştiye ku ew îro li hev bicivin. Gava hatiye avêtin gaveke pîroz e, pêwîsteya wan bi avakirina komîte û nerîneke hevbeş heye.

Nivîskar Faris Osman da zanîn ku rewşenbîr dan û stendina di navbera partiyên siyasî de xurt bikin, her wiha xurtkirina asta hezkirinê di nava gelê Kurd de bi pêş bixin.

Rewşenbîr Melevan Resûl diyar kir ku divê rewşenbîr çanda axaftina tûj û nefretê têk bibin.

Rewşenbîr Şêxmûs Cuma destnîşan kir ku rewşenbîr divê hemû fikran qebûl bikin û yekalî li pirsgirêkan nenêrin.

Nivîskar û lêkolîner Ebdullah Şikakî da xuyakirin ku divê rewşenbîr berdêlên ku gelê wan li Rojava dayî bibînin. 

Piştî qedandina nîqaşan wê komxebat bi encamnameyekê bi dawî bibe.

(sb/fr)

ANHA