Li Bendava Tişrînê nimêja înê hate kirin

Şandeyeke eşîrên Ereb û Kurd îro gihaşt Bendava Tişrînê û bi nobedarên li bendavê re nimêja înê kir.

Li Bendava Tişrînê nimêja înê hate kirin
7 adar, 2025   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendavê, şandeyeke eşîrên Ereb û Kurd îro çû bendavê. Şandeyê tevî nobedaran nimêja înê li bendavê kir.

Serokê Meclisa Qebîleya Tey a Ereb Şêx Hesen Ferhan Ebdurehman piştî nimêjê axivî û got: "Em şêx û rûspiyên eşîran, akademîsyen, keç û xort dibêjin em li vir in, em li ser erdê xwe ne. Na ji êriş û bêdengiyê re. Em aştiyê dixwazin."

Ji 8’ê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiya nobetê li bendavê li dar dixin.

(bb)

ANHA