Ji ber êrişan li herêmê aloziya sotemeniyê çêbûye

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bîrên petrolê de, aloziyeke stomeniyê derket hole. Welatî neçar dibin heta saetên dirêj di dora sotemeniyê de bisekinin.

20 ÇILE, 2024   14:58
QAMIŞLO

Li bajar û navçeyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê aloziyeke sotemeniyê çêbûye, ji ber ku li piraniya stasyonan petrol nîn e, li yên mayî jî bi sedan erebe ketine dorê.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de, di qada enerjiyê de ev alozî derket holê.

Welatiyê bi navê Seyd Seyd (35) ku xwediyê erebeyeke biçûk e, ji bo ku erebeyê bi benzînê dagire, ketiye doreke dirêj.

Seyd Seyd got: "Aloziyeke sotemeniyê û qerebalix heye. Ji nîvê şevê ve ez di dorê de me, ji bo ku hema çend lîtreyên benzînê bibim û karê xwe bikim. Derdora 500 erebe jî li bendê ne."

MIQDARA SOTEMENIYÊ PIŞTÎ ÊRIŞAN

Gerînendetiya Sotemeniyê ya Rêveberiya Xweser a kantona Cizîrê 18`ê Çileyê "rewşa awarte" li herêmê ragihand û stasyon û bîrên petrolê yên di encama êrişan de rawestîne, aşkera kirin. Her wiha diyar kir ku niha tenê sotemeniyê ji bîrên kantona Dêrazorê tîne.

Para herêma Qamişloyayê ya ji Dêrikê heta Amûdê rojane 15 sahrîc (40 hezar lîte) mazot bû. Lê piştî êrişan niha tenê 6 sahrîc dikevin bajêr. Rewşa benzînê jî wisa ye, berê 3 sahrîc bûn, niha tenê yek e. Tûpên gaze yên malan di encama hedefgirtina stasyona Siweydiyê de ku bi temamî ji xizmetê derket, neman.

NÎŞANEYÊN RAWESTANDINA KAR

Ajokarê bi navê Mihemed Sabrî rewşa herêmê piştî êrişan bi "trajedîk" bi nav kir û got: "Ji ber nebûna sotemeniyê, ev 4 roj e bê kar im, 5 zarokên min hene, divê wan xwedî bikim. Gelo dê niha çawa be?"

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê di civîneke çapemeniyê de 17`ê Çileyê aşkera kir ku kehrebe bi temamî ji ser bajar û gundên kantonê qut bûye, tevahî stasyonên avê, nexweşxane, navendên tenduristiyê, firin, aşxane û saziyên xizmetguzariyê û qada enerjiyê rawestiyan. Tûpên gazê jî nema li herêmê peyda dibin.

(şx)

ANHA