Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin

Ji bo meşa girseyî ya sibe ya li Qamişloyê ya ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker, li Qamişloyê 7 hezar belavok û broşur hatin belavkirin.

Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
Ji bo meşa sibe broşur hatin belavkirin
20 ÇILE, 2024   13:45
QAMIŞLO

Ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk dagirker ên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û di salvegera 10'emîn a damezirandina Rêveberiya Xweser de, sibe li Qamişloyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê meşeke girseyî li dar dixe.

Ji bo amadekariya meşê de, tîmên ku îro ji aliyê Meclisa Qamişloyê ve hatin damezirandin, 7 hezar broşur li şêniyan belav kirin.

Tê payîn ku meş saet di 11:00'an de ji Çerxerêya Osman Sebrî dest pê bike û ber bi Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê ve bi rê bikeve û li wir peyam bi navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan bên dayîn.

(mh)

ANHA