Çapemeniya nêzîkî Îranê: 2 endamên Pasdarên Îranê li Şamê hatin kuştin

Çavkaniyan ji bo kanala Meyadîn da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li Şamê de 2 endamên Pasdarên Îranê hatine kuştin.

Çapemeniya nêzîkî Îranê: 2 endamên Pasdarên Îranê li Şamê hatin kuştin
20 ÇILE, 2024   15:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan ji bo kanala Meyadîn a nêzîkî Îranê da zanîn ku di topbarana Îsraîlê ya li dijî Şamê de 3 kes hatine kuştin ku ji wan 2 endamên Pasdarên Îranê ne.

Çavkaniyan diyar kir ku avahiya ku hatiye hedefgirtin a ji ya Pasdarên Îranê ye.

Berê jî ajanseke hikumeta Şamê dabû zanîn ku avahiyeke sivîl li taxa Mezê ya Şamê ji aliyê Îsraîlê ve hatiye hedefgirtin.

Rojnameya Weten a nêzîkî hikumeta Şamê li ser zimanê nûnerê tevgera Cîhad Îslamî ya Sûriyeyê Îsmaîl El Sindawî gotibû ku hemû berpirsên tevgerê yên li Şamê baş in û di encama wê êrişê de zirar negihaştiye tu kesî.

El Erebiye jî dabû zanîn ku 3 balafirên şer ên Îsraîlê bi 2 moşekan êrişî taxa Mezê ya Şamê kiriye.

(mh)