ji ber dorpêçê ard li firnên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kêm bûye

Ji ber dorpêça ku hêzên hikûmeta veguhêz ji 25`ê Îlonê ve li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ferz kiriye, li firinên taxan ard kêm bûye.

3 mijdar, 2025   02:35
HELEB
XIYAS ŞEMSEDÎN

Hêzên kikûmeta veguhêz a Sûriyeyê ji 25`ê Îlonê ve rê nade ku pêdiviyên jiyanê yên sereke yên mîna ard, sotemenî û kelûpelên din derbasî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bibin. Ji ber berdewamkirina dorpêçê li firnên her du taxan ard kêm bûye.

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 12 firne hene, rojane bi dehan ton ard hewce dikin da ku ji bo nêzîkî hezar û 460 şêniyan nan peyda bikin.

Rêvebera Saziya Aboriya Civakî, Eyşa Henan da zanîn ku 33 navendên belavkirina nan li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hene. Eyşa diyar kir ku berî dorpêçê,  ji bo peydakirina nan, rojane 33 ton nan dihat çêdikirin, hin şêniyan jî carna nan ji taxên din ên bajêr peyda dikirin.

HEWCEDARIYA NAN ZÊDE BÛYE

Ji ber dorpêçê, û hebûna bendên kontrolê yên hêzên hikûmeta veguhêz, şêniyên taxê nikarin herin taxên din ên bajêr ji pêdiviyên xwe peyda bikin, lewma hewcedariya nan li taxê zêde bûye û divê rojane 42 heta 48 ton nan were çêkirin.

Eyşa Henan hişyar da ku dorpêça berdewam a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dikare bibe sedema kêmbûna nan li sûkan, ji ber beşek mezin a ardê di embaran de dike xilas bibe.

Eyşa banga rakirina dorpêçê kir da ku rê bidin derbaskirina ard, sotemeniyê û pêdiviyên din ên jiyanê.

PÊDIVIYÊN HILBERÎNÊ BI ZEHMETÎ TÊN PEYDAKIRIN

Rêveberê firna El Ixiwa ya li taxa Eşrefiyê Heysem Îbrahîm, ji ajansa me re diyar kir ku ew ji ber astengkirinên ji hêla hikûmeta veguhêz ve û ferzkirina dorpêçê, ji bo peydakirina pêdiviyên hilberînê yên pêwîst, wekî sotemeniyê, maye û kîsan, zehmetiyê dikişînin.

BANDORÊN DIN ÊN DORPÊÇÊ

Endamê Saziya Aboriya Civakî ya Helebê Mihemed Yûsif, da zanîn ku hikûmeta veguhêz ji 25`ê Îlonê ve rê li ber derbaskirina sotemenî, ard û kelûpelên avahiyê bo taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digire, ev kiryar xebatên peydakirina xizmetên bingehîn ji bo şêniyan asteng dike.

Yûsif destnîşan kir ku rêgirtina derbaskirina sotemeniyê hiştiye ku demjimêrên dana elektrîkê kêm bibin, vê jî hiştiye ku tevgera hilberînê û geşedana aborî kêm bibe. Li taxê hilbirîna kargehên cilan û gelek kergehên din kêm bûye, ew jî bûye sedema zêdebûna bêkariyê.

(k)

ANHA