Di Cotmehê de 18 êriş ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve hatin kirin

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di cotmehê de 18 êriş li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîn. Di encamê de 5 şervanên QSD’ê û 2 sivîl şehîd bûn bûn. Her wiha 10 şervan, 4 endamên hêzên ewlekariya hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn.

Di Cotmehê de 18 êriş ji aliyê şaneyên DAIŞ’ê ve hatin kirin
3 mijdar, 2025   06:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê di meha cotmehê de jî êrişên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilat Sûriyeyê dewam kirin.

2’ê Cotmehê çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya gundê Miêzîliyê yê bakurê Reqayê êrişî erebeya leşkerî ya QSD’ê kir. Di encamê de 2 şervan birîndar bûn.

5’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li gundê Mihêmîdiyê yê rojavayê Dêrazorê bi rêya mayînekê erebeya QSD’ê kir hedef. Di encamê de 2 şervanek bi sivikî birîndar bû.

7’ê Cotmehê, çeteyên DAIŞ’ê li ser rêya di navbera gundê Mihêmîdiye û çerxerêya Mamil a rojavayê Dêrazorê de êrişî erebeya Nivîsgeha Kar û Barên Rêxistinan a Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê kir. Di êrişê de ajokar birîndar bû.

11’ê Cotmehê 2 çeteyên DAIŞ’ê ku li motorsîklêtekê bûn, êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Kisra yê gundewarê rojavayê Dêrazorê kir. Hêzên Ewlekariya bersiva êrişê da û şer derket. Di şer de windahiyên mirovî çênebûn.

13’ê Cotmehê, 2 çeteyên DAIŞ’ê li motorsîklêtekê bûn li bajarokê Til Semin ê gundewarê bakurê Reqayê êrişî erebeya QSD’ê kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.

15’ê Cotmehê çeteyekî DAIŞ’ê li motorsîklêtê bû, êrişî benda kontrolê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li bajarokê Kerama yê gundewarê rojhilatê kantona Reqayê kir. Di êrişê de 2 sivîl hatin qetilkirin. Di bersivdayîna êrişê de êrişkar hat kuştin. Di heman rojê de şaneyek çeteyên DAIŞ’ê bi RPG’ê êrişî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Behra yê rojhilatê kantona Dêrazorê kir. Şervanên meclisê bersiva êrişê da û şer derket. Der barê encamên şer de agahî nehatin parvekirin. Di heman demê de şaneyekê êrişî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Şifa yê Dêrazorê kir piştre reviyan.

16’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Zîbanê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê bi guleyên RPG’ê êrişî nuqteyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir. Hêzên Ewlekariyê bersiva êrişê da.

17’ê Cotmehê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê bi hinceta ku pereyên "Zekatê" nadin DAIŞ’ê li bajarokê Behra yê Dêrazorê êriş bire ser dikanên şêniyan. Di saetên şevê yên heman rojê de jî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê avahiya Meclisa Sivîl a bajarokê şewitand û êrişî nuqteya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê ya li bajarokê Sûsê yê gundewarê rojhilatê kantona Dêrazorê kir şervanên meclisê bersiva êrişê da û şer derket. Di encamê de şervanek birîndar bû.

19’ê  Cotmehê şaneyên DAIŞ’ê  li bajarokê Mihêmîda yê gundewarê rojavayê Dêrazorê êrişî erebeya Hêzên Têkoşîna Li  dijî Sûcan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û 4 endamên Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan birîndar bûn.

20’ê Cotmehê şaneyên DAIŞ’ê li gundê Hîsan ê herêma Kisra ya gundewarê rojavayê kantona Dêrazorê bi êrişeke bombeyî li dijî erebeya QSD’ê pêk anî. Di êrişê de 2 şervan  şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. Di heman rojê de şaneyên çeteyên bi rêya bicihkirina mayînekê li ser pira Mihêmîdiya- Rêya Xurafî ya gundewarê rojavayê Dêrazorê erebeya şervanên QSD’ê kir hedef. Di encamê de 2 şervan şehîd bûn û 2 jî birîndar bûn.

24’ê Cotmehê şaneyên DAIŞ’ê bi rêya bicihkirina mayînekê li derdora postxaneya li ser rêya giştî ya bajarokê Mihêmîdayê erebeya QSD’ê kir armanc. Di bûyerê de tenê zerarên madî li erebeyê bû.  Di heman rojê de şaneyên çeteyên DAIŞ’ê li bajarokê Sûsê yê kantona Dêrazorê konê Festîvala Hinaran  şewitandin.

29’ê Cotmehê  2 DAIŞ’î li bajarokê Fal ê gundewarê bakurê Dêrazorê êrşî tankera petrolê kirin. Di êrişê de ajokarê tankerê birîndar bû û zerarên madî li tankerê bû.

Bi giştî di meha Cotmehê de 18 êriş ji aliyê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ve li dijî herêmê hatine kirin. Di encama van êrişan de 5 şervanên QSD û 2 sivîl şehîd bûne. Her wiha 10 şervanên QSD, 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û 2 sivîl birîndar bûn.

Şaneyên çeteyên DAIŞ’ê ji destpêka îsal (2025) ve 202 êriş li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kirine. Piraniya êrişan li kantona Dêrazorê hatine kirin.

Di Îlona borî de 12 êriş pêk anîn. Di van êrişan de 21 şervanên QSD’ê şehîd bûn, 9 şervan û sivîlek jî birîndar bûn.

(bb)

ANHA