Ji bapîr heta neviyan malbata merengozan 

Malbata Reşîd Ereb zêdetirî sed sal e, merengoziyê (dartiraşî) dike. Ji bapîr heta nevî û nevîçirkan, bi amûrên kevin pîşeya xwe didomînin.

25 tebax, 2025   06:25
TEBQA
RÎNAD EL ELÎ

Li kolana Fayîz Mesnûr a bajarê Tebqa yê Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê dikanek merengoziyê balê dikişîne. Di vê dema ku teknîk, teknolojî pêş ketiye de, li vê dikarê piranî amûrên berê tên bikaranîn. 

Dikan aydê welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Ereb ê 70 salî ye. Ew bixwe li bajarê Ezazê yê gundewarên Helebê jidayik bûye. Di hevdîtina ku me bi wî re kiriye de, em fêr bûn ku malbatan piranî bi vê pîşeyê re mijul dibe. Wî bi xwe jî di zarokatiya xwe de li dikana malbatê fêrî vê pîşeyê bûye.

 Di salên 1970’yan de  bavê wî  mala xwe aniye bajarê Tebqayê û li bendava Tişrînê dest bi kar kiriye, lê Mihemed li nêzî Mizgefta El Nûr kargeheke dartiraşiyê vekiriye. Piştî nêzî 45 salan jî kargeha xwe veguhestiye kolana Fayîz Mensûr.

Di kargehê de hîn jî alavên kevin ên dartiraşiyê tên bikaranîn. Li gorî agahiyên Mihemed dane, hinek alav ji dema bapîrê wî mane û zêdetirî sed sal e bikar tînin.

Mihemed, Ereb dibêje, "Makîneyên nûjen demek dirêj naxwaze, kar zû tê çêkirin, lê dîqet û estetîka hunera destan kêm dimîne."

Mihemed Ereb ku derî, mase, kursî û cûreyên cuda mobîlya, odeyên razanê çêdike, ev pîşe fêrî zarokên xwe jî kiriye.

Kurên Mihemed Ereb niha li Şam û Tirkieyê pîşeya xwe didomînin.

Mihemed Ereb got: "Zarokên min ji dartiraşiyê hez dikin. Ez bawer im ku ew ê jî mîna min vê pîşeyê biparêzin."

(bb)

ANHA