Şêxê eşîra El Buşêx piştgiriya xwe ji bo QSDˊê nîşan da

Şêxê eşîra El Buşêx, ji êla Begara, diyar kir ku ew hewldanên derxistina fitne û nakokiyan qebûl nakin û piştgiriya xwe ji bo QSDˊê û peymana 10`ê Adarê anî ziman.

Şêxê eşîra El Buşêx piştgiriya xwe ji bo QSDˊê nîşan da
25 tebax, 2025   05:35
HESEKÊ
DIYAR EHMED

Di demên dawî de li Sûriyeyê, bi armanca pêkanîna aloziyan di navbera Kurd û Ereban de, derxistina fitneyan û gotinên kîndariyê zêde bûne. Ev pêkanîn bûn sedema nerazîbûn û bertekên gelek eşîr û çalakvanên civakê û banga parastina aştiya navxweyî û parastina yekitiya civaka Sûriyeyê kir.

Şêxê eşîra El Bûşêx a êla Begara Şêx Fayiz Hisên El Cedan, da zanîn ku "Hemû hewldanên ji bo derxistina fitneyê û belavkirina nakokiyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê" napejirînin û diyar kir ku hemû pêkhateyên herêmê bi aştiyane û hezkirin bi hev re dijîn. El Cedan destnîşan kir ku serokên eşîran her tim d nava xebatên hişyarkirina civakê de ne û ew vê yekê wekî erkekî bingehîn dibînin, da ku tiştên li herêmên din ên Sûriyeyê, wekî Siwêda û peravê qewimîne li herêmê neqewimin.

El Cedan destnîşan kir ku tiştên li Sûriyeyê, bi taybetî li Siwêdayê qewimîn û bikaranîna navê "eşîran", rastiya eşîran nîşan nade. Berevajî vê, ew hewldaneke bizanebûn bû ku eşîran reş bikin û di navbera Sûriyeyiyan de nakokiyan derxin. El Cedan bang li serokeşîran û şêxan kir ku xelkên xwe hişyar bikin da ku nekevin nava hewldanên têkbirina aramiyê.

QSD JI BER SÛRIYEYIYAN VE ŞER KIR

El Cedan destnîşan kir ku QSDˊê hêza ku Sûriye ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kir û hîna jî li dijî wê tê dikoşe, "Ew ne hêzek girêdayî tu pêkhateyek an mezhebekê ne, lê belê mirovên ji herêmên cûda yên Sûriyeyê di nav de ne. Wan ji bo parastina hemû Sûriyeyiyan li dijî terorê şer kirine û qet li dijî gelê Sûriyeyê şer nekiriye. "

El Cedan piştgiriya xwe ya tevahî ji bo QSDˊê nîşan da û diyar kir ku tiştê ku li ser platformên medyaya civakî li dijî wan tê kirin, ji bilî kampanyayên teşwîqkirinê yên ku armanc dikin ku pevçûnê derxin tiştek din nîn e.

Şêx El Cedan piştgiriya xwe ji bo rêkeftina 10`ê Adarê ya di navbera QSD`ê û hikûmeta Şamê de anî ziman û banga berdewamkirina diyalogê û pêkanîna rêkeftinê kir, ku bibe sedema avakirina Sûriyeyek pirreng ku her kes tê de wekhev be.

BANGA LIDARXISTINA KONGREYEKE NIŞTIMANÎ YA SÛRIYEYÊ YA BERFIREH

Şêx Fayiz El Cedan diyar kir ku kesên li derve ne û hewl didin navê eşîran bi kar bînin ew nûneriya eşîran nakin. El Cedan bang kir ku dûrî destwerdana derve kongreyek niştîmanî ya Sûriyeyî were lidarxistin. da ku bibe platformek ji bo pêkanîna armancên hemû welatiyên Sûriyeyê.

(k)

ANHA