Xelkê Til Temirê: Ji mafê me ye Rêber Apo bibînin

Şêniyên bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê daxwaza xwe ya hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan nîşan da û got, "Ji mafê me ye Rêber Apo bibînin û tev li kampanyaya komkirina îmzeyan dibin."

Xelkê Til Temirê: Ji mafê me ye Rêber Apo bibînin
25 tebax, 2025   02:50
HESEKÊ
EBDULXENÎ EL HAMAN

Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi hevkariya Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan, ji bo piştgiriya kampanyaya navneteweyî ya bi dirûşma  “Ez dixwazin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim”, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek çalakî dest pê kirin.

Der barê mijarê de , şêniyên Herêma Bakru û Rojhilatê Sûriyeyê û Sûriye bi giştî wê bi rêya tîmên xwebeş beşdarî kampanyaya komkirina îmzeyan bibin. Wê tîm nêrîn û helwestên şêniyan der barê tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan de bigirin.

Şêniya bi navê Mehe El Salih a ji bajarê Til Temirê yê kantona Cizîrê got: “Ez jî dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Ji ber ku ew hêviya me ye. Wî hişt ku em bi xwe bawer bin, em layîqî jiyana bi rûmet û azad in. Ez hêvî dikim ku wî bibînim û li wî guhdar bikim."

Mehe wiha domand: “Min bi rêya medyaya dijîtal, agahî girt ku ev kampanya heye. Ez jî tev li kampyaya komkirina îmzeyan dibim. Dîtina wî dîtina bi dîroka tije têkoşîn re ye."

Şêniyê bi navê Kemal Şêxmûs ê ji heman bajarî got: “Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim. Ji ber ku Rêbertî temsîla fikra azad û têkoşînê dike û dixwazim spasiya wê der barê têkoşîna ji bo gelên herêmê pêşkêş kirine de, bikim."

Şêxmûs diyar kir ku “Hevdîtina bi wî re, ji bo siberojeke demokratîk hêvî ye. Ji ber ku mafên bindestan û gelan ne tenê gelê Kurd, lê tevahî gelên herêmê diparêze.”

Girêdayî mijarê, şêniya bi navê Turfe El Îbrahîm jî destnîşan kir ku: “Ez bi hêvî me îro berî sibe Rêber Abdullah Ocalan bibînim. Ji ber ku ew xwedî projeya aştiyê û edaletê ye.”

Turfe ev li gotinên xwe zêde kir: “Min destpêkirina kampanyaya komkirina îmzeyan ji hevalên xwe yên kar bihîst û ez tavilê tev lê dibim. Ji ber ku ez bi fikra wî bawer im. Ji mafê me ye em dîsa wî bibihîsin."

Di demekê de herêm di guhertinên siyasî re derbas dibe ev kampanya hat destpêkirin. Daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan daxwazeke rewa, mirovî û siyasî ye, ku çareseriyeke mayînde û adilane ji bo tevahî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn pêk bê.

Rêber Abdullah Ocalan 27`ê Sibatê, banga “Aştiyê û Civaka Demokratîk” kiribû. Ev bang, banga aştî û biratiyê li Rojhilatê Navîn, dîtina çareseriyên siaysî ji bo pirsgirêkên herêmê û doza Kurd re, dike.

(şx)

ANHA