Ji 2023`yan ve di girtîgehên Îsraîlê de 75 girtiyên filistînî jiyana xwe ji dest dane

NY`yê ragihand ku di girtîgehên Îsraîl de ji Cotmeha 2023`yan ve herî kêm 75 filistînî jiyana xwe ji dest dane kuştin ku di nav de zarokek 17 salî heye.

Ji 2023`yan ve di girtîgehên Îsraîlê de 75 girtiyên filistînî jiyana xwe ji dest dane
17 îlon, 2025   23:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Mafên Mirovan a NY`yê ya li Filistînê ragihand ku divê “Îsraîl bilez îşkenceyê û danûstandina nebaş bi girtiyên filistînî re rawestîne. Mafên wan di jiyanê de dabîn bike û biparêze”.

Di daxuyaniya Nivîsgehê de ya di civîneke çapemeniyê de ragihandiye hatiye nivisîn: “Îsraîlê bi zanabûn, şert û mercên dijwar li ser girtiyan ferz kirine. Ji îşkenceyê bigire heta bigihêje danûstandina nebaş. Di encamê de gelek girtiyên filistînî jiyana xwe ji dest dan. Îsraîlê piştgiriya çanda, xwe ji cezayê bifilitîne kir û qebûl nekir komîteya xaça sor a navneteweyî bikeve girtîgehan”.

Di daxuyaniyê de bang li desthilata Îsraîlê hate kirin ku li gorî biryara Dadgeha Bilind a Îsraîlê ya ku 7`ê Îlonê derketiye û li gorî wê divê dewlet, kalîte û miqdara xwarinê ji girtiyên filistînî re têne pêşkêşkirin, baş bike, tev bigere.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku herî kêm 75 filistînî di nav de zarokek 17 salî heye, di dema navbera 7`ê Cotmeha 2023`yan heta 31`ê Tebaxa 2025`an de di girtîgehên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Jê 49 girtî ji Xezayê, 24 ji Dîfa Xerbiye û 2 filistîniyên xwedî nasnameyên îsraîlê hene.

Nivîsgehê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku Îsraîlê bi zanabûn, li dijî girtiyên filistînî îşkence û danûstandina nebaş bi kar aniye û ev kirya belge kirine. Di heman demê destnîşan kir ku ev kiryar, li dijî Qanûna Mafên Mirovan a Navneteweyî ye û “sûcekî şer” û “sûcekî li dijî mirovahiyê” tê hesibandin.

(şx)