ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-9-2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-9-2025
18 îlon, 2025   02:00

Rewşenbîrên ji bajarê Girkê Legê got projeya Rêber Abdullah Ocalan ji bo her guhertineke civakî bingeheke ramyarî ye û daxwaza xwe ya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re anî ziman. BI WÊNE Û DÎMEN

Endamên Kombûna Jinan a Zenûbiya diyar kir ku Serhildana Jin, Jiyan, Azadî qonaxeke dîrokî ye ku nêrîna der barê pirsgirêkên jinan de guhertiye û rola jinan di têkoşîna azadî û rûmetê de xurt kiriye BI WÊNE Û DÎMEN.

Li taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd ên Helebê, li gorî salên berê daxwaza xwendina li dibistanên  Rêveberiya Xweser zêde dibe. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêxên eşîran li Helebê diyar kir ku nameya Rêber Abdullah Ocalan ji şêx û rûspiyên eşîrên Sûriyeyê re bi bandor e, ji ber ku ew banga têkiliyên di navbera Ereb û Kurdan de dike û dîroka hevpar a her du gelan nîşan dide. BI WÊNE Û DÎMEN

Di 70 saliya xwe de ji bo temaşekirina neviyên xwe tevlî mîhrîcana govendê bû. Wexta li ser dikê wan dibîne, ciwantiya xwe tîne bîra xwe û heyecana rojên serbestiyê dijî. BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên Siwêdayê bendên ku Hikumeta Veguhêz a Sûriyeyê di “nexşerêya çareserkirina aloziya Siwêdayê” de rêz kirine, red kirin û diyar kirin ku ev nexşerê nûnertiya wan nake û daxwaza diyarkirina çarenûsa xwe kir. BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Jinan a Malbatên Şehîdan a kantona Cizîrê civîna xwe ya salê li navenda Nivîsgeha PYD`ê ya li Qamişloyê li dar dixe (10:00) BI WÊNE Û DÎMEN

Kongreya Îslama Demokratîk têkildarî rewşa siyasî ya li Sûriyeyê werşeyeke kar li avahiya Meclisa Bajarê Amûdê li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên kantona Firatê ji bo piştgiriya QSD`ê bi dirûşma “QSD`ê vîna me ye”, ji qada Jina Azad a li bajarê Kobanê dimeşin (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Kongra Star li bajarên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê û Holê di çarçoveya kampanya “Ez dixwazin bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” çalakiyek ji bo nivîsandina nameyan ji Rêber Abdullah Ocalan re li dar dixe (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şêniyên bajarê Şedadê cenazeyê şervanê QSD`ê şehîd Îmad Ehmed El Hesen li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir dikin (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Nivîsgeha Jinan a MSD`ê û Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê têkildarî nenavendîbûnê û rola jinan di avakirina Sûriyeya nû de, panelekê li hola Zana ya Qamişloyê li dar dixe (11:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo salvegera 36`an a koça dawî ya hunermend Cemîl Horo li navenda xwe ya taxa Eşrefiye ya Helebê, bibîr tîne (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN

PYD`ê bi boneya salvegera damezirandina partiyê ya 22`yan bi dirûşma “Bi hev re Komara Demokratîk a Sûriyeyê ava bikin” li hola Firatê ya bajarê Reqayê şahiyekê li dar dixe (16:00). BI WÊNE Û DÎMEN