Îsraîlê mûşeka Hûsiyan avêtiye têk bir

Di çarçoveya berdewama rageşiya dualî ya Îsraîl û Hûsiyên li Yemenê de ya ji Cotmeha 2023ˊyan ve, artêşa Îsraîlê mûşekek ji Yemenê ve hatiye avêtin têk bir.

Îsraîlê mûşeka Hûsiyan avêtiye têk bir
5 cotmeh, 2025   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê ragihand ku berbanga îro pergala parastina asîmanî mûşeka ji Yemenê ve hatiye avêtin têk bir.

Artêşê di daxuyaniya xwe de got: "Piştî alarmê li gelek deverên Îsraîlê lêdan, pergala parastina asîmanî ya Îsraîlê mûşeka ku ji Yemenê ve hatiye avêtin têk bir."

Ev rageşiya leşkerî ya di navbera îsraîlê û Hûsiyên li Yemenê de ji destpêka êrişên Îsraîlê li ser Xezayê ve di Cotmeha 2023ˊyan de didomin.

(fr)