Parêzvanên Niştîmanî êrişên hêzên hikumeta veguhêz şermezar kirin

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê êrişên hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û binpêkirinên agirbestê şermezar kirin. Fermandariyê soza xwe ya parastina sivîlan û bersivdana hewlên têkbirina ewlehiya herêmê û aramiya wê dubare kir.

Parêzvanên Niştîmanî êrişên hêzên hikumeta veguhêz şermezar kirin
27 cotmeh, 2025   22:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştîmanî yên Siwêdayê bi daxuyaniyekê binpêkirina agirbestê ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ve şermezar kir.

Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin ku "Çeteyên terorîst binpêkirinên xwe yên sîstematîk ên agirbestê û di hewldanên xwe yên bêaramiyê û zêdekirina zextê li ser niştecihan de dewam dikin. Çeteyan bi dronan bi awayekî dijwarî eniya rojavayê bajêr bombebaran kir. Di encama vê êrişa tirsonak de hejmare endamên me birîndar bûn. Yekîneyên me yên li eniyê belav bûne, hin dronên beriya ku bigihînin armancên xwe xistin."

Di berdewama daxuyaniyê de hat diyarkirin ku "Fermandariya Parêzvanên Niştîmanî vê binpêkirinê şermezar dike û diyar dike ku ev êriş wan ji erkên parastina xakê û şêniyan bi dûr naxin û ew pabendî bersivdana mîna van binpêkirinan e, da ku rûmete çiyê biparêzin û li dijî êrişkaran bisekinin. Her wiha em pabendiya xwe ya bi parastina sivîlan û bersivdana her hewleke ji bo têkbirina aramiyê û îstîqrara herêmê dubare dikin."

Ji Tîrmeha (2025) borî ve hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi awayekî rojane agirbestê bin pê dike, gund ût axên bajarê Siwêdayê hedef digire.

(fr)