Îsraîlê li Xezayê wesayîtek bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Xezayê wesayîtek bombebaran kir. Di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Îsraîlê li Xezayê wesayîtek bombebaran kir: 2 kes hatin kuştin
6 îlon, 2026   19:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberê Nexweşxaneya Şîfa ya rojavayê bajarê Xezayê ragihand di êrişa Îsraîlê ya li dijî wesayîtekê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.

Li gorî rayedarên qada tenduristiyê, ji destpêka ragihandina agirbestê ve zêdetirî hezar û 300 kes hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in. Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku 4 leşkerên wê di heman demê de hatine kuştin.

(bb)