Şandeyek Wezareta Hundirîn serdana Kobanê kir

Şandeyek ji Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê bi Rêveberiya Kobanê û saziyên civaka sivîl re dosyayên ewlehî, peydakirina vegera ewle ya koçberên Girê Spî  û deverên din ên Sûriyeyê nîqaş kirin.

6 îlon, 2026   18:33
KOBANÊ

Şandeyek ji Wezareta Hundirîn a hikumeta veguhêz a Sûriyeyê di serdaneke fermî de gihîşt Kobanê.

Şandeya ji berdevkê Wezareta Hundirîn Nûredîn El Baba, hejmarek berpirsên ewlehî û îdarî yên ji Şam û Helebê pêk hat, civînek berfireh li avahiya Rêveberiya Xweser a Kobanê li dar xist.. Nûnerên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, saziyên civaka sivîl, şêx û rûspiyên eşîran, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) tevî sandîke û yekitiyên wê, saziyên jinan û nûnerên ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Kobanê di civînê de amade bûne.

Di civînê de dosyayên ewlehî, aramî, mekanîzmayên hevrêziya hevbeş a parastina welatiyan, rêbazên amadekirina şert û mercên vegera ewle û bi rûmet a koçberan li herêmên xwe hatin nîqaşkirin.

Her wiha astengiyên rûbirûyî xelkê herêmê tên, girîngiya pêşxistina baweriyê di nava saziyên fermî û civakê de, aktîvkirina rola saziyên civaka sivîl di pêşgirîdayîna hewldanên lihevanînê û ji nû ve avakirinê de hatin gotûbêjkirin.

Her du aliyan girîngî da peydakirina parastina koçberên vedigerin warên xwe, di serî de koçberên Girê Spî, xebata li ser rakirina astengiyên îdarî xw ewlehî yên ku vegera wan asteng dikin.

Di dawiyê de ji bo xurtkirina ewlehiya herêmê, hate diyarkirin ku dê peywendî û hemahengî di navbera şande û rêveberiya Kobanê û saziyên wê yên xwecih bidomînin.

(f)