Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêk bi rêbazên leşkerî û ewlehî çareser nabin

Meclisa Gel a Şengalê têkildarî civîna li Bexdayê ku bêyî amadebûna nûnerîn Êzidiyan hatibû lidarxistin diyar kir ku pirsgirêkên Şengalê bi rêbazên leşkerî û ewlehî nayên çareserkirin. Çareserî naskirin û temsilkirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye.

Meclisa Gel a Şengalê: Pirsgirêk bi rêbazên leşkerî û ewlehî çareser nabin
6 îlon, 2026   20:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gel a Şengalê têkildarî civîna li Bexdayê ku bêyî amadebûna nûnerîn Êzidiyan hatibû lidarxistin daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna endamên meclisê ji aliyê cîgira hevserokên Meclisa Gel Besê Avesta ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"1‘ê Îlonê ku li her derê cîhanê weke Roja Aştiyê tê pîrozkirin, lê li Bexdayê bi fermana Serokwezîrê Iraqê birêz Elî Zeydî ve, bê ku nûnerên Êzidiyan der barê civaka Êzidî de bikarin nêrîn û biryar bigirin, civînek lidarxistin û hinek biryar hatin dayîn. Beşdarên civînê bi temamî ji aliyê leşkerî û ewelehî ve pêk hatiye. Lewma di vê civînê de çarenûsa hatiye peydakirin jî leşkerî û ewlehî bûye.

Pirsgirêkên Şengalê bi rêbazên leşkerî û ewlehî nayên çareserkirin. Çareserî naskirin û temsilkirina îradeya civaka Êzidî û Şengalê ye. Rêbazê ku wê çareseriyê ava bike jî bi nûnerên civaka Êzidiyan re dan û standin pêkanîn û bi rêya mûzakereyan derbas dibe.

Di civîna Bexdayê de li gel ne naskirina îradeya siyasî ya civaka Êzidî belavkirina hêzên parastinê ya civaka Êzidî jî bûye rojev. Ev nêzîkatî civaka Êzidî bê parastin hiştine. Bê parastina civaka Êzidî jî rê li ber fermanên nû vedike.

Em wek civaka Êzidî û Meclîsa Gel a Şengalê bang dikin kû hêzên parastina civaka Êzidî bi awayek fermî werin naskirin û îradeya siyasî ya civaka Êzidî were qebûlkirin.

Bi van mûnasebetan em bang li civaka Êzidî û dostên civaka xwe dikin ku tevlî meşa me bibin.

Meşa 08’ê Îlona 2026’an wê saet 16:00 de li Sinûnê pêk bê."