Îsraîlê li başûrê Lubnanê operasyona bejahî da destpêkirin

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wekî beşek ji stratejiya ‘parastina bergiriyê’ hêzên Tûmena 91’an li başûrê Lubnanê operasyona bejahî da destpêkirin.

Îsraîlê li başûrê Lubnanê operasyona bejahî da destpêkirin
16 adar, 2026   10:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Parastina Îsraîlê (IDF) daxuyand û got wan wekî beşek ji stratejiya ‘parastina bergiriyê’ li başûrê Libnanê dest bi operasyonên bejahî kirine. 

Di daxuyaniya IDFê de hate destnîşankirin ku di çend rojên dawî de yekîneyên Tûmena 91an çalakiyên leşkerî li hin cihên stratejîk ên başûrê Libnanê pêk anîne. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ev hewildan dê wekî operasya bejahî bidomin da ku qada parastina pêşî berfireh bikin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di çarçoveya operasyonê de hedefa sereke tunekirina binesaziyên çekan û komên çekdar ên ku li herêmê çalak in. Artêşa Îsraîlê diyar kir ku beriya ku hêzên bejahî bikevin herêmê, topxane û hêzên hewayî li ser hin hedefên çekdaran ên li herêmê êriş pêkanîne da ku tehdîdên li herêmê tune bikin.

‘IDF Lİ SER PARASTİNA GALÎLEYÊ DİXEBİTE’

Li gorî daxuyaniyê, hêzên Tûmena 91an ligel operasyona bejahî her wiha bi hêzên Tûmena 146an re li ser parastina bajar û gundên herêma Galilee jî dixebitin. Her wiha hate ragihandin ku dê operasyon heta bigihin armancê bidomin.