Li Efrînê zarokek xeniqî

Li Geliyê Şera yê li Efrînê, ji ber barana zêde û lehiyê zarokeke bi navê Zeyneb Elî Sîdo xeniqî û zarokek din rizgar bû.

Li Efrînê zarokek xeniqî
16 adar, 2026   09:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Efrîn El An,  zaroka bi navê Zeyneb Elî Sîdo ya 8 salî duh (15 Adar 2026) ji ber baranê û lehiyê xeniqî.

Li gorî agahiyan, Zeynebê dema nêzî geliyê bû,li ber lehiyê çû û zarokekî din ku pê re bû, rizgar bû. Zarokê rizgarbûyî veguhestin nexweşxaneyê.

(bb)