Rojeva rojnameyan: DYA hevpeymanekê ava dike, şer dê bandorê li Sûriyeyê bike

Îran ditirse ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê hevpeymaneke navneteweyî ji bo ewlekirina Tengava Hurmuzê ava bike. Her wiha tê payîn ku şerê li Îranê di dema pêş de bandorê li Sûriyeyê bike.

Rojeva rojnameyan: DYA hevpeymanekê ava dike, şer dê bandorê li Sûriyeyê bike
16 adar, 2026   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li Îranê, helwesta Çînê ya li ser van pêşketinan û bandorên şer li ser Sûriyeyê kir.

‘ÎRAN DITIRSE TRUMP HEVPEYMANIYEKE NAVNETEWEYÎ JI BO EWLEKIRINA TENGAVA HURMUZÊ AVA BIKE’

Rojnameya El Ereb wiha nivisî: “Roja Yekşemê Îranê bang li neteweyên cîhanê kir ku ji 'her karekî' ku dikare bibe sedema berfirehbûna şer, dûr bikevin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) jî hewldanên ji bo bidestxistina piştgiriya navneteweyî ji bo ewlekirina Tengava Hurmuzê ya stratejîk dewam dike."

Îran ditirse ku rêveberiya DYA`yê bikare welatan razî bike ku beşdarî operasyonekê bibin ji bo ewlekirina tengavê ku ji pêncan yekê hilberîna petrolê ya cîhanê ji wir derbas dibe û niha ji ber gefên Îranê hema hema bi tevahî girtî ye.

‘NEXŞERÊYA SÛRIYEYÊ YA JI BO ŞEREKÎ BI ÎRANÊ RE DIYAR DIKIN’

Rojnameya El Erebî El Cedîd li ser bandora şer li ser Sûriyeyê nivîsî: "Sûriye xwe ji şerê di navbera Îsraîl-DYA û Îranê de dûr dixe. Xwe bi tedbîrên ewlehiya sînor ên bi Lubnan û Iraqê re sînordar kiriye. Sûriye ditirse ku pevçûn derbasî axa wê bibe, wekî ku li herêma Serghaya ya nêzî Şamê û li ser sînorê Lubnanê qewimî."

Her çend helwesta Sûriyeyê bi bêalîbûnê ve tê diyarkirin jî, lê şîrove nîşan didin ku Sûriye ji şerekî bi Îranê re û encamên wê yên pêşbînîkirî ne dûr e. Ew stûneke bingehîn a hevkêşeya Rojhilata Navîn e û ji ber vê yekê nikare li kêlekê bimîne û ne jî dikare ji encamên şer were dûrxistin.

‘ŞERÊ BI ÎRANÊ RE DESTKEFTIYÊN DÎPLOMATÎK DIDE PEKÎNÊ’

Rojnameya El Şerq El Ewsat jî nivîsî: "Wisa xuya dike ku Pekîn yek ji mezintirîn sûdmendên şerê bi Îranê re ye. DYA dikeve nav arîşeyeke leşkerî û darayî li Rojhilata Navîn, keştiyên balafiran, mûşek û pergalên parastina hewayî ji Asyayê ji nû ve dişîne eniyeke din.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Ev bi tena serê xwe diyardeyeke siyasî ya hêja pêşkêşî Çînê dike, ji ber ku ew zexta nisbî ya li ser wê ji hêla cîranên wê yên deryayî ve sivik dike.

Lê ev dîmen ne temam e. Çîn, tevî ku li gorî gelek aboriyên asyayî ji hemûyan baştir amade ye, lê hîn jî ew ji hemû dewletên cîhanê bêtir Tengava Hurmuz bi kar tîne û tiştê ku di Tengava Hurmuzê re derbas dibe, li dilê ewlehiya wê ya aborî û pîşesaziyê dide."

(k)