Îsraîlê kuştina Suhêl Huseynî ragihand

Artêşa Îsraîlê kuştina Suhêl Huseyn Huseynî di êrişekê de li dijî Beyrûtê de, ragihand.

Îsraîlê kuştina Suhêl Huseynî ragihand
8 cotmeh, 2024   10:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên şer Beyrût bombebaran kiriye û di encamê de serokê ‘pergala erkanê’ ya Hizbullahê Suhêl Huseyn Huseynî hatiye kuştin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku ‘pergala erkanê’, yekîneya lojistîk a Hizbullahê ye, budçe û pergalên din ên cuda bi rêxistin dike. Destê Huseynî di lihevkirinên veguhastina amûrên şer ên di navbera Îran û Hizbullahê de heye, ew berpirsê belavkirina amûrên şer e ku hatine qaçaxkirin.

Artêşê da zanîn ku Huseynî endamê "Meclisa Cîhadê" bû ku daîreya leşkerî ya herî bilind a Hizbullahê ye.

Heta niha Hizbullahê têkildarî vê agahiyê tu daxuyanî nedane.

(şx)