Îsraîlê gefa oprasyoneke bejahî li Lubnanê xwar

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant gefa operasyoneke bejahî li başûrê Lubnanê xwar.

Îsraîlê gefa oprasyoneke bejahî li Lubnanê xwar
11 îlon, 2024   10:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Îsraîlê Yoav Galant di gera xwe ya li herêma li ser sînorê Lubnanê de got: "Em giraniya operasyonên leşkerî ber bi bakur ve vediguherînin, da ku amadekariya temamkirina operasyoneke li başûrê Lubnanê bikin."

Galant bang li hêzên xwe yên leşkerî kir ku "ji bo operasayoneke giştî ya bejahî amade bin."

(bb)