Îsraîlê fermandarekî Hizbullah hedef girt

Çavkaniyeke nêzîkî Hizbullah ragihand ku vê êvarê Îsraîlê başûrê Beyrûtê bombebaran kir. Dezgehên çapemeniyê jî destnîşan kir ku Îsraîlê fermandarê Hizbullah ê eniya başûrê Lubnanê Elî Kerkî hedef girt.

Îsraîlê fermandarekî Hizbullah hedef girt
23 îlon, 2024   22:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsraîlê êrişeke nû li başûrê Beyrûtê li dijî fermandarê Hizbullah ê eniya başûrê Lubnanê Elî Kerkî pêk anî, lê hîna aqûbeta wî ne diyar e.

AFPʹê diyar kir ku çavkaniyekê nêzî Hizbullah anî ziman ku Îsraîlê vê êvarê êrişeke nû li dijî fermandar Elî Kerkî pêk anî. El Kerkî, piştî Fûad Şukir û Îbrahîm Eqîl ên bi heman êrişan hatin kuştin, di aliyê de leşkerî de kesê sêyem e.

Girêdayî wê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wê li dijî armancên diyar ên li başûrê Beyrûtê êriş pêk anîn. Artêşê diyar kir ku di demeke nêz de ew ê daxuyaniyekê der barê êrişê de bide.

Wezîrê hundirîn ê Lubnanê Besam El Mewlewî jî ragihand ku rewşa Lubnanê metirsîdar û hestiyar e û welatiyên Lubnanê ji êrişên Îsraîlê hişyar kir.

(mh)