Dê Amerîka hêzeke leşkerî sewqî Rojhilata Navîn bike

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê ragihand ku li hember şerê tund a Îsraîl û Hizbullah de DYAʹyê wê hêzên din sewqî Rojhilaga Navîn bike.

Dê Amerîka hêzeke leşkerî sewqî Rojhilata Navîn bike
23 îlon, 2024   20:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî gurbûna şerê Îsraîl û Hizbullah, Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku ew ê bi sewqkirina hêzeke din a leşkerî (hêzeke biçûk) hêzên xwe li Rojhilata Navîn xurt bike.

Wezaretê diyar kir ku divê xebatên ji bo çareseriyên dîplomasî werin dewamkirin. Wezaretê destnîşan kir ku tevî ku îhtîmala şerî heyî firehtir bibe, lê heta niha negihîştine tu xaleke lihevkirinê.

Wezaretê aşkera kir ku ew bi Îsraîl û dewletên din re, ji bo pêşîl li firehbûna şer bigirin, ji nêz ve di dan û standinan de ne.

(mh)