Îsraîlê êrişî Şerîda Xezayê kir; 4 kes hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li deverên cuda yên Şerîda Xezayê de di nav de jinek 4 kes hatin kuştin.

Îsraîlê êrişî Şerîda Xezayê kir; 4 kes hatin kuştin
26 nîsan, 2026   16:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê daxuyand ku di êrişên Îsraîlê yên li deverên cuda yên Şerîda Xezayê de di nav de jinek 4 kes hatin kuştin.

Xebatkarên tenduristiyê diyar kir ku di êrişa asîmanî ya li nêzî bajarokê Mixrafa yê naverasta Şerîda Xezayê de kesek hat kuştin û di gulebaran û topbarana li nêzî bajarê Xezayê de 2 kesên din hatin kuştin.

Di êrişeke din de jî jineke 40 salî bi guleyên hêzên Îsraîlê li Xan Yûnisê yê başûrê Şerîda Xezayê hat kuştin.

Li aliyekî din jî artêşa Îsraîlê ragihand ku wê di çend rojên borî de endamên Tevgera Hemasê li hundirê Şerîda Xezayê hedef girtine.

(fr)