Wezîrê Parastinê yê Maliyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin

AFPˊê daxuyand ku General Sadio Camara, hevjîn û 2 zarokên wî di teqîna erebeyeke bombebarkirî de hatine kuştin.

Wezîrê Parastinê yê Maliyê di êrişeke çekdarî de hat kuştin
26 nîsan, 2026   16:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî AFPˊê ku agahiyên xwe dispêre malbatê, çavkaniyekî hikumetê û 2 leşkeran, Wezîrê Parastinê yê Maliyê General Sadio Camara, hevjîna wî ya duyem û 2 zarokên wî, duh, di êrişa bi erebeya bombebarkirî ya koma "Nusret Îslam û El Muslimîn" de li dijî mala wî ya li Kati ku nêzîkî Bamako ye hatine kuştin.

Endamekî malbata Camara got, "Di êrişa Katîyê de, Wezîr Camara ligel hevjîna xwe ya duyem û 2 zarokên wî yên biçûk hatin kuştin." Çavkaniyek hikûmetê jî da zanîn ku "Me kesekî pir hêja, Wezîrê Parastinê, winda kir."

Duh, mala Camara (47 salî) bi erebeyeke bombebarkirî hatibû hedefgirtin. Ev êriş bi hevkariya koma "Nusret Îslam û El Mislimîn" ya girêdayî El Qaîde û "Tewariq" ê girêdayî "Cebhet Tehrîr" pêk hatibû.

(ac/fr)

ANHA