Araqcî  li Muscatê bidawîkirina şer û ewlehiya Tengava Hurmuzê gotûbêj kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Araqcî  li Muscatê bi Sultan Heysem bin Tariq re civiya û li ser bidawîkirina şer û misogerkirina ewlehiya li Tengava Hurmuzê gotûbêj kirin.

Araqcî  li Muscatê bidawîkirina şer û ewlehiya Tengava Hurmuzê gotûbêj kir
26 nîsan, 2026   15:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Di serdana xwe ya Muscatê de, Araqcî  û Sultan Heysem bin Tariq li ser rêbazên bidawîkirina şer, çareserkirina pirsgirêkên ewlehiya herêmî, her weha misogerkirina deryavaniya li Tengava Hurmuzê gotûbêj kirin.

Wezareta Karên Derve ya Îranê îro di daxuyaniyekê de diyar kir ku di civînê de pêşkeftinên herî dawîn yên di dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de hatine gotûbêjkirin.

Araqcî  bal kişand ser girîngiya avakirina mekanîzmayên ewlehiyê yên hevbeş di navbera welatên herêmê de û xurtkirina aramiya herêmê.

Her wiha spasiya welatê xwe ji bo rola Sultanetiya Omanê di piştgiriya diyalogê û kêmkirina aloziyan de, anî ziman.

(k)